Rêber Ehmed: Em dixwazin weke Tirkiyê alîkariyê ji Sûriyê re jî bişînin

06-02-2023
RÛDAW
Nîşan Rêber Ehmed Herêma Kurdistanê Erdheja Mereşê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed diyar kir ku wan alîkarî şandine Tirkiyeya ku ji ber erdhejê zerar dîtiye û eger kanalek were dîtin jî dixwazin alîkariyê bişînin Sûriyeyê.

Li ser ferman Serokwezîr Mesrûr Barzanî, Wezareta Tendirustiya Herêma Kurdistanê û Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, tîmeke rizgarkirinê û alîkariya lojîstîk ji bo mexdurên erdhejên Mereşê şandin.

Wezîrê Karên Navxweyî Rêber Ehmed û Wezîrê Tenduristiyê Dr. Saman Bezencî re li ber Deriyê Sînor ê Îbrahîm Xelîl civîneke hevpar a çapemeniyê li dar xistin. Rêber Ehmed da zanîn ku saziyên li Tirkiyeyê dê biryarê bidin ku alîkarî û tîm ji kîjan herêmê re bên şandin.

Li ser pirsa peyamnêrê Rûdawê Ehmed diyar kir ku di nav alîkariyê de pêwîstiyên mirovî yên sereke hene û tîmên pîşeyî yên berevaniya sivîl û tîmên pizîşkî jî hatine şandin.

Wezîr Ehmed got “Pisporên me yên tendirustiyê yên bi tecrube dê bi ambûlansan li herêmên erdhejê bixebitin. Ji bilî keresteyên alîkariyên yekem, emê alîkariyên mirovî yên ku ji aliyê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ve hatine amadekirin bigihînin herêmê.”

Reber Ehmed tekez kir ku ew dixwazin bi heman awayî alîkariya Sûriyê bikin û dibêje “fermanên Serokwezîr pir zelal in. Em dixwazin weke Tirkiyeyê alîkariya Sûriyeyê  mexdûrên erdhejê yên li Sûriyê jî bikin. Lê heta niha me kanalek ku em bikarin van alîkariyan bigihînin wan nedîtine. Eger kanalek hebe em dixwazin heman alîkariyê bigihînin Sûriyê.”

 

 

Serokkwezîr ragihandibû

Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro ragihand ku ji bo mexdurên erdheja Mereşê tîmeke rizgarkirinê hatiye amadekirin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî têkildarî erdheja îro

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê dibêje, “Hikûmeta Herêma Kurdistanê amade ye di proseya rizgarkirina (welatiyan) de alîkar be.”

Serokwezîr Barzanî diyar kir ku beriya niha 3 tîmên rizgarkirinê bi piştgiriya 25 ambûlansan hatine amadekirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst