Nêçîrvan Barzanî: Kurdistan landika pêkvejiyan û azadiya hemû pêkhatên neteweyî û olî ye

06-01-2020
RÛDAW
Nîşan Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî Dêra Ermenî ya Ortodoks
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi boneya cejna ji dayîkbûna Hezretî Mesîh pîrozbahî peyrewên Dêra Ermenî ya Ortodoks kir û got ku Herêma Kurdistanê landika pêkvejiyan, lêborîn, maf û azadiyên hemû pêkhatên neteweyî û oli ye.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi boneya cejna ji dayîkbûna Hezretî Mesîh peyameke pîrozbahiyê arasteyê peyrewên Dêra Ermenî ya Ortodoksê kirin.

Nêçîrvan Barzanî got: “Cejna ji dayîkbûna Hezretî Mesîh bi germî li hemû xwişk û birayên peyrewên Dêra Ermenî ya Ortodoksê li Kurdistan û Iraq û cîhanê pîroz dikim. Hêvîdar im cejin li navçeya me bibê cihê xêr û xweşiya Kurdistaniyan û aramiya hemû gelan.”

Barzanî di beşeke din a peyama xwe de dibêje: “Herêma Kurdistanê mehtik û landika pêkvejiyan, lêborîn, maf û azadiyên hemû pêkhatên neteweyî û olî ye. Li vê bîranînê de em tekezî li ser parastin û bihêztirkirina bingehên vê çand û bihayan dikin û em hemû pêkve bi navê kûrtirkirina wan kar dikîn.

Cejn û bêhnvedaneke aram ji bo hemuyan dixwazim û hemû salê di xweşiyê de bin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst