Hewlêr (Rûdaw) – Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê di çarçoveya tedbîrên li dijî vîrusa Coronayê ya cûreya nû (Covid-19) de, li seranserî herêmên rêveberiyê qedexeya derketina derve ya beşî ragihand.
Di daxuyaniyekê de Rêveberiya Xweser ragihand, dê ji sibe Yekşemê 6ê Kanûna 2020an ve li Rojavayê Kurdistanê, Reqa û rojhilatê Dêrazorê Rojavayê Kurdistanê, Reqa û rojhilatê Dêrazorê destpê dike.
Li gor biryara Rêveberiya Xweser bazaranên mezin, bazarên În û Yekşemê û yên wekî wan di nav de, tevahî dikanên bazirganiyê, dikanên firotina madeyên xwarin û zebzeyan heta saet 16:00an wê vekirî bin.
Rêveberiya Xweser da zanîn ku hemû dibistan û zanîngeh têne vekirin lê divê tedbîrên tendirûstiyê bêne standin.
Herwiha hat ragihandin ku hemû civînên giştî, holên şahiyan, konên şînê û kongre qedexe ne û her kesek binpê bike, dê were cezakirin.
Wê ev qedexeya sînordar heta 20vê mehê berdewam be.
Qedexeya derketina qismî sibe destpê dike û heta 20 Kanûnê berdewam dibe.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse