10 ciwanên Kurd sond xwar: Êdî ji xeynî Kurdî dê bi ti zimanekî din neaxivin

05-11-2023
Maşallah Dekak
Maşallah Dekak
Ciwanên Kurd “Sonda Jiyana Bi Kurdî” xwar
Ciwanên Kurd “Sonda Jiyana Bi Kurdî” xwar
Nîşan Platforma Ciwanên Serbixwe Sonda Jiyana Bi Kurdî Amed
A+ A-

Amed (Rûdaw) -  Li Amedê 10 endamên Platforma Ciwanên Serbixwe li Qada Şêx Seîd civiyan û bi her du zaravayên Kurdî Kurmancî û Zazakî sonda jiyana bi Kurdî xwar.

Ciwanên ku sonda Kurdî xwar di hemû jiyana xwe de êdî ji xeynî Kurdî dê bi tu zimanekî din neaxivin.

Beriya endamên Platforma Ciwanên Serbixwe bên qadê, polîs kişiyan qadê. Paşê ciwanên serbixwe bi hev ra hatin Qada Şêx Seîdê.

Bi Kurdî bersiva polîsan da

Di navbera ciwanan û polîsan de diyalogeke balkêş çêbû. Polîsan bi Tirkî pirsî wan bi Kurdî bersiv da.

Piştî ku destûra çalakiyê sondxwarina jiyana bi Kurdî hate dayîn, ciwanan sedema çalakiya xwe bi zaravayê Kurmancî û Zazakî ji raya giştî re eşkere kir.

Berdevkê Platforma Ciwanên Serbixwe Ferîd Azad got:

“Gelek cureyên çalakiyên protestoyê hene ku em ê li Kurdistanê qonax bi qonax, bi metoda berxwedana pasif li dar bixin. Çalakiya me ya pêşîn yanî ev çalakî sonda jiyana bi Kurdî ye.”

Piştî daxuyaniyê ciwanan îcar dest bi sonda xwe kirin. Sond jî bi herdu zaravayên Kurdî bû.

Endamên Platforma Ciwanên Serbixwe dibêjin heta ku zimanê Kurdî li ser erdnîgariya wan nebe zimanê serdest ew dê çalakiyên wiha berdewam bikin.

“Miletê me ji zimanê xwe şerm dike”

Endama Platforma Ciwanên Serbixwe Asmîn Evîndara got, “Miletê me ji zimanê xwe şerm dike, ji çanda xwe, ji kultira xwe şerm dike. Em dixwazin vê yekê bişkênin.

“Em xwebexş û fedayê rêya Kurdistanê ne”

Endamê Platforma Ciwanên Serbixwe Evdilsamet Kubula jî got:

“Dilopek xwîn di canê me de hebe em xwebexş û fedayê rêka Kurdistanê ne. Ji vê gotinê û pê ve ne hewce ye em gotineke din bibêjin.”

Hin ciwanên dildarên Kurdî jî ji bo piştgiriyê li çalakiya sondxwarinê bûn. Ew jî girîngiyeke mezin didin axaftina bi kurdî.

Piştgirê sonda Kurdî  Rêwî Şêrwanî jî diyar kir ku ew ne endamekî Platforma Ciwanên Serbixwe ye û got:

“Lê ez biraderekî wan im ku her wextê ez dê li kêleka wan bim û piştgiriya wan bikim.”

“Pêwist e miletê me li zimanê xwe vegere”

Piştgirê Sonda Kurdî Ferhat Kurdistanî jî got, “Ev çalakiyeke gelekî pîroz e. Pêwist e di qada jiyanê de tiştên wisa biqewimin û miletê me li zimanê xwe vegere.”

Çalakiya Platforma Ciwanên Serbixwe bi sonda Kurdî bi dawî bû lê li gorî gotina wan jiyana wan a bi Kurdî dê her berdewam bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst