Hejmarek ji xelkê Çemankê: Me çaverê nedikir PKK kemînan li dijî Pêşmerge deyne

05-11-2020
RÛDAW
Xelkê bajarokê Çemankê ji aloziyên duh ên li wê navçeyê ku di navbera hêzên Pêşmerge û gerîlayên PKKê de çê bûn gelek dilgiran in.
Xelkê bajarokê Çemankê ji aloziyên duh ên li wê navçeyê ku di navbera hêzên Pêşmerge û gerîlayên PKKê de çê bûn gelek dilgiran in.
Nîşan Kurdistan Çemankê PKK Pêşmerge
A+ A-

Çemankê (Rûdaw) - Xelkê bajarokê Çemankê yê ser bi qezaya Amêdiyê ya parêzgeha Duhokê ve ji aloziyên duh ên li wê navçeyê ku di navbera hêzên Pêşmerge û gerîlayên PKKê de çê bûn gelek dilgiran in.

Xelk dibêjin, şerê navxwe di navbera aliyên Kurd de ji bilî ziyanê ti tiştekê bi xwe re nahîne, lê divê PKK jî êdî nebe sedem ku ew xelk ev qas ziyanê bibîne û bê kuştin.

Welatiyek navsal ê niştecihê Çemankê ji Rûdawê re ragihand, wan qet çaverê nedikir ku PKK tiştekî wiha li hember Pêşmerge bike û got, “diviya PKKê ew tişt nekiriba, me çaverê nedikir ku PKK tiştekî wiha bike, kemînan li pêşiya Pêşmerge deyne û derbê li Pêşmerge bide, wî tiştî bi xelkê me nexweş bû.”

Jinek ku nişteciha bajarokê Çemankê ye, hest û helwsta xwe li hember bûyera duh a di navbera gerîlayên PKK û hêzên Pêşmerge de wiha tîne ziman: “30 kes di Enfalê de ji me çûn, 30 jî PKKê ji me kuştin, li ser pirê bombe danîne, li gelî bombe danîne, ma em dikarin li vir bin?”

Ciwanek dibêje, wê bûyerê bandorek mezin li xelkê navçeyê kiriye û tekez dike, “xelek li vê Çemankê hate ser cadeyan û tirsek di nava xelkê de çê bû û em hêvîdarin ew şer bê ragirtin.”

Roja Çarşemê 4ê Mijdara 2020an, li bajarokê Çemankê yê ser bi qezaya Amêdiyê ve, di navbera hejmarek gerîlayên PKKê û hejmarek hêzên Pêşmerge de alozî derketibû û di encama teqîna bombeyeke PKKê bi hêzên Pêşmerge ve 3 kes ji hêzên Pêşmerge birîndar bûbûn, ku piştre yek ji wan pêşmergeyan li nexweşxaneya Duhokê ji ber dijwariya birînan, jiyana xwe ji dest da.

Baskê çekdar ê PKK, Hêzên Parastina Gel (HPG) her heman rojê di daxuyaniyekê de êrîşa ser hêzên Pêşmerge qebûl kir û ragihand, ku “hêzên me du mayîn bi otomobîleke Hummer a hêzên Pêşmerge ve teqandine”, lê şer nekirine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst