2 endamên PDK-Î li devera Helşoya Silêmaniyê hatin kuştin

07-07-2023
RÛDAW
Nîşan PDK-Î Helşo Pêşmerge
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berpirsekî pilebilind ê Partîya Demokrata Kurdistanê ya Îranê (PDK-Î) dibêje endamekî wan "îxanet" kiriye û du Pêşmerge li seyrangeha Helşoyê kuştine.

Roja Înê, 7ê Tîrmeha 2023an, çavkaniyekî payebilind li Berpirsekî pilebilind ê Partîya Demokrata Kurdistanê ya Îranê (PDK-Î) ji Rûdawê re got "Derengiya şeva borî, sê Pêşmerge çûne seyrangeha Helşoyê, yek ji wan xiyanetê kiriye û du Pêşmergeyên din şehîd kirine."

Hat ragihandin Pêşmergeyên ku hatine kuştin Luqman Acî yê bi nasnavê Luqman Gergulî û Adil Muhacir yê bi nasnavê Serbaz Çavşîn in.

Herwiha berpisê PDK-Î da zanîn kesê ku 2 Pêşmerge kuştine jî pêşmergeyê PDK-Î ye.

Her çiqas tê îdiakirin kujerê ku 2 pêşmerge kuştine reviyaye Îranê jî, berpirsê PDK-Î got "Em ne piştrast in ku ew reviyaye Îranê û dibe ku xwe li wê navçeyê veşartibe."

Li aliyê din Navenda Teşkîlata Partîya Demokrata Kurdistanê ya Îranê (PDK-Î) di derbarê mijarê de daxuyaniyek belav kir û tê de amaje bi wê yekê kir ku kuştina herdu Pêşmergeya bi planeke ku berê hatiye plankirin hatine kuştin.

Seyrangeha Helso dikeve nav Sînorê qezaya Qelazidê ya Îdareya Serbixwe ya Raperînê ya Silêmaniyê.

Navenda Teşkîlat a Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDK) daxwaz ji hikûmeta Herêma Kurdistanê û rayedarên Iraqê kir ku “li hember hewlên terorîstî yên Komara Îslamî ya Îranê helwestê nîşan bidin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst