Di navbera polîs û çalakgeran de rageşî

05-11-2016
RÛDAW
Nîşan Dêrsim HDP Parlamenter Girtin
A+ A-

Dêrsim (Rûdaw) – Komek çalakgeran bi boneya desteserkirin û girtina parlamenterên HDPê li navenda bajarê Dêrsimê agir dada û çalakî pêk anî. Hêzên ewlekarî û polîsên dewleta Tirkiyê bi wesayîtên zirxpoş û bi ava şid çalakî belav kirin.

 

Îro danê êvarê komek ji gêncan pêk dihat bi boneya şermezarkirina girtina Hevserokê Giştî yê HDPê Selahedîn Demîrtaş û parlamenterên din ên HDPê li navenda bajêr li ser Kolana Palavrayê agir dadan û çalakî li dar xistin.

 

Çalakgeran wesayîtên zirxpoş ên ku ji bo destwerdana çalakiyê hatin, çalakgeran dan ber keviran.

 

Bi destwerdana polîsên ser bi dewleta Tirkiyê çalakî hat belavkirin.

 

Çalakiya xortan ku dev û çavên xwe bi serpoşkan niximandibûn, rastî ava bi şid a wesayîtên zirxpoş ên polîsan hat.

 

Piştî destwerdana polîsan, çalakger belav bûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst