Dijeterora Kurdistanê: Bi dronan êrişî gerîlayên PKKê kirin

05-09-2022
RÛDAW
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan PKK Êrişên bi Dronan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Dije-Terora Kurdistanê ragihand ku frokeyeke bêfrokevan li geliyê Balîsanê grûpeke gerîlayên PKKê kiriye armanc. Li gorî zanyariyên destpêkê 2 kesan jiyana xwe ji dest dane û 2 kesên din jî birîndar bûne.

Dije-Terora Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragiahdn ku vê êvarê 5ê Îlona 2022yan saet 20:10 droneke nenas, grûpke çekdarên PKKê li Geliyê Balîsan kir armanc.

Li gor daxuyaniya Dije Terora Kurdistanê grûpa gerîlayên PKKê ji sînorê îdareya Raperînê derbas bûne û li Geliyê Balîsan bûne armanca dronekê.

Dije Terora Kurdistanê herwiha ragihand ku dezgehên ewlehiyê li ser bûyerê dest bi lêkolînê kirine.

Ji aliyê din ve peyamnêrê Rûdawê diyar kir ku di êrişa li Balîsanê de grûpeke gerêlayên PKKê hatiye armanckirin.

Li gor agahiyên ku hatine bidestxistin di encama êrîşê de 2 kesan wan jiyana xwe ji dest dan û 2 kes jî birîndar bûn.

Derbarê mijarê de heta niha ji aliyê PKK û çavkaniyên Tirkiyê ve ti daxuyanî nehatiye dayîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst