Li Çewligê 6 axur şewitîn

05-09-2022
RÛDAW
Nîşan Çewlig Axur Agir
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Çewligê ya Bakurê Kurdistanê, agir bi axurekê ket û belav bû û di encamê de 6 axur şewitîn.

Li gundê Qadi Makragê yê ser bi Çewligê, ji ber sedemeke nediyar agir bi axurekê ket û belav bû.

Li ser agahdarkirinê ji navenda Çewligê tîmên agir vemirandinê bo cihê bûyerê hatin şandin. Di encama kar û xebatên tîmên agir vemirandinê de agir hat vemirandin.

Ji ber agir 6 axur bi temamî şewitîn û zerareke mezin çêbû. Li ser derketina agir lêkolîn hat destpêkirin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst