Hikûmeta Îranê budceyê bo ava Sine dabîn dike

05-09-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hikûmeta Îranê bêhtir ji 3 milyon û 200 hezar dolar bo dabînkirina ava vexwarinê bo bajarê Sine terxan kir.

Hikûmeta Îranê di civîna roja 4 vê mehê de biryar da ku budceyeke taybet bo kontrolkirina hişkesaliyê û çareserkirina kirîza ava vexwarinê ya Sine terxan bike.

Hikûmeta Îranê 100 milyar tumen terxan kiriye ku ava vexwarinê ji bendava Azad bo bajarê Sine bê veguhestin û projeya veguhestina avê bo Sine bê temamkirin.

Şêniyên Sine dema çend salan e ku pirsgirêka wan a ava vexwarinê heye û bo dabînkirina avê berê xwe didin kaniyên derdorê.

Çend sal in berpirsên bajar sozê didin ku avê ji bendava Azadê bo Sine dabîn bikin, lê hêj temam nebûye.

Wezîrê Enerjiya Îranê Elî Ekber Mêhrabiya ku du mehan berî niha serdana parêzgeha Sine kiribû, got %70 ya karên projeya veguhestina avê li Bendava Azad bo Sine temam bûye û di payîz û zivistanê de proje temam dibe û pirsgirêka ava vexwarinê ya Sine bi temamî çareser dibe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst