Hewlêr (Rûdaw) – Cenazeyên sê gerîlayên ku li Sêrtê canê xwe ji dest dabû radestî malbatên wan hatin kirin.
25ê Tîrmeha 2024an li qada Kato Xelîlayê ya Botanê 3 gerîlayên bi navên Semra Ayverdî (Benda Amed), Bişeng Durmuş (Destîna Botan) û Seyîthan Sencer (Baran Xemlî) canê xwe ji dest dabû.
Cenazeyên her sê gerîlayan li morga Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Sêrtê dihatin ragirtin.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê (MA), malbatan nimûneya xwînê da û encama DNAyê ya cenazeyan û malbatan li hev hat.
Piştî ku DNA li hev hatin cenaze radestî malbatan hatin kirin.
Hat zanîn ku cenazeyê Ayverdiyê dê li navçeya Bismilê ya Amedê, cenazeyê Bişeng Durmuşê li navçeya Silopiyayê ya Şirnexê û cenazeyê Seyîthan Sencer dê li Wanê bên veşartin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse