Rêxstineke Erebî raporek derbarê jinên girtî yên Efrînê de belav kir

05-08-2020
RÛDAW
Rêxistina Sûriyên ji bo Rastî û Dadmendiyê raporteke berfireh derbarê jinên Efrînî yên girtî de belav kir.
Rêxistina Sûriyên ji bo Rastî û Dadmendiyê raporteke berfireh derbarê jinên Efrînî yên girtî de belav kir.
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêxistina Sûriyên ji bo Rastî û Dadmendiyê raporteke berfireh derbarê jinên Efrînî yên girtî de belav kir, ku di zindanên grûpên çekdar ên girêdayî Tirkiyê de girtî ne.

Rêxistina navborî diyar kiriye ku raporta wan li ser bingeha şahidhaliya 15 kesan ji kesûkarên jinên girtî, karmendên desgehên serbazî û polîs li Efrînê hatiye amadekirin.

Raport bi şêweyekî sereke li ser jinên ku di zindana baregehekî grûpa el-hemzat hatibûn dîtin radiweste û nasnameya heşt jinan bi belge aşkere kiriye.

Di raportê de nasnameya wan jinan bi vî awayî hatiye aşkerekirin:  Lonjîn Mihemed Xelîl Ebdo, Rojîn Mihemed Xelîl Ebdo, Rûken Minla û Rûşan Mihemed Emîn Emûnî, Arîn Dilî Hesen, Nadiye Hesen Silêman, Nîroz Enwer Ebdo, û Heyfa el-Casim ku Ereb e.

Jinek ji wan jinan bi navê Nîroz Enwer Ebdo hatiye azadkirin û çarenivîsa her 7 ên din ne diyar e.

Rêxistin dibêje ihtîmal heye ku ew ji bo Tirkiyê hatibin radestkirin, lê ew yek nehatiye piştrastkirin.

Rêxistinê aşkere kiriye ku fermande û berpirsên serbazî û dadwerî li Efrînê gotine ku Tirkiyê ferman daye tu kes daxuyaniyan derbarê wan jinan de nede.

Ji bilî van her heşt jinan, 4 jinên din ên Efrînî yên bi navê Rengîn Ehmed Ebdo, Sîlvana Ehmed Qereçol, Zêneb Mihemed Îbiş û Reşîde ji gundê Şorbe girtî ne.

Rêxistina Sûriyên bo Rastî û Dadmendiyê pêwendî ligel Ebdullah Helawe, Fermandeyê Giştî yê Serbazî yê Firqeya Hemzat kiriye. Helawe wiha ji wê rêxistinê re gotiye: "Ez agahdarî hûrgiliyên vê bûyerê û çarenivîsa jinên girtî nînim. Ew ji bo polîsên serbazî hatine radestkirin."

Li gor rêxistinê, Helawe soz dabû ku ew dê vê dosyeyê bişopîne û bersiva wê bide, lê paşê êdî bersiva hêlên pêwendiyê ji aliyê rêxistinê ve nedaye.

Rêxistina Sûriyên ji bo Rasîtî û Dadmendiyê, di raporta xwe de aşkere dike ku wê pêwendî bi 10 fermandeyên çekdar, polîs û serokê dadgeha Efrînê Eshed Ehrec jî kiriye, lê piraniya wan bersiva pirsên wan ên derbarê dosyeya jinên girtî de nedane.

Li gor heman rêxistin, wan gotiye Tirkiyê ferman daye ku tu kes daxuyaniyan derbarê çarenivîsa jinên girtî de nede.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst