Li Hezex a Şirnexê 2 kes kuştî hatin dîtin

05-05-2022
RÛDAW
Nîşan Şirnex Hezex
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Hezexê ya ser bi parêzgeha Şirnex a Bakurê Kurdistanê ve termên 2 welatiyan hatin dîtin, ku bi guleyan hatine kuştin.

Nasnameya wan welatiyan Huseyîn Oner 44 salî û Omer Kaya 41 salî hatiye ragihandin.

Li gor zanyariyên ajansa fermî ya Tirkiyê, Huseyîn Oner Omer Kaya ku li gundê Yenî Mahalle yê Hezexê dijiyan û ajeldar bûne, roja Çarşembê 4ê Gulanê ajelên xwe derxistine çerê, lê piştî demeke dirêj nevegeriyane mal û malbatên wan dilgiran bûne.

Malbatên kesên navborî, piştî demekê ku ti agahiyan ji wan bidestnaxin, hêzên ewlehiyê ji rewşê agahdar dikin.

Li ser agahdariya malbatan, hewldanên lêgerînê ji bo dîtina wan bi bi beşdariya hêzên ewlehiyê û xelkê navçeyê hatin destpêkirin.

Di encama xebatan de termên herdu welatiyan, 2 kîlometrayan dûrî cihê ku ajelên xwe biribûn çerê, li devera şikeftan a di navbera gundê Delavî û bajarokê Ereban de hatin dîtin.

Ajansa fermî ya Tirkiyê ragihandiye ku ew herdu kes bi guleyan hatine kuştin û şûna guleyan li ser laşê wan heye.

Termên herdu kesan bi rêya ambulansan bo karûbarên otopsiyê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Hezexê.

Derbarê bûyerê de lêkolîn hatiye destpêkirin, lê heta niha ti kes ji ber kuştina wan du kesan nehatine girtin.

Heta niha sedema bûyerê nehatiye zanîn.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst