Serok Barzanî: Peymana Hewlêr û Bexdayê pêngaveke dîrokî ye

05-04-2023
RÛDAW
Nîşan Serok Barzanî Hewlêr Bexda Petrola Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serok Barzanî di peywendiyeke telefonî de li gel Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî ji ber îmzekirina rêkeftina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê di navbera Hewlêr-Bexdayê de pesnê rola wî da û spasiya wî kir. Serok Barzanî herwiha diyar kir, “peymana Hewlêr û Bexdayê pêngaveke dîrokî ye.”

Êvariya roja Sêşemê 4ê Nîsana 2023, Serok Mesûd Barzanî di peywendiyeke telefonî de bi Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî re axivî û derbarê rêkeftina nû ya Hewlêr û Bexdayê ya derbarê hinardekirina petrola Kurdistanê de gotûbêj kirin.

Li gor daxuyaniya Baregeha Barzanî, di vê peywendiya telefonî de Serok Barzanî îmzakirina rêkeftina navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqa Federal ya di derbarê hinardekirina neftê de wek “pêngaveke dîrokî” bi nav kir.

Serok Barzanî her wiha ji bo hewlên wî yên bo çareserkirina pirsgirêkan û serxistina wê rêkeftina girîng, spasî û destxweşî li Serokwezîrê Iraqê kir.

Duh piştî hevdîtina Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî li Bexdayê, di merasîmekê de şandên her du aliyan rêkeftina destpêkirina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê îmze kirin, ku ji ber biryara Dadgeha Tehkîmê ya Navneteweyî ya Parîsê hatibû rawestandin.

Li gor daxuyaniya Baregeha Barzanî, di beşeke din a peywendiya telefonî de Serok Barzanî tekez kiriye, “eger niyeteke rast û îradeya çareserkirinê hebe, tekez çareserkirina pirsgirêkan dê hêsan û mumkin bibe”. Serok Barzanî herwiha hêvî kir ku “ew rêkeftin bibe dergehek ji bo çareserkirina hemû pirsgirêkên heyî yên di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê de.”

Baregeha Barzanî destnîşan kiriye, di wê peywendiyê de Serok Barzanî piştevaniya xwe ji bo hewl û pêngavên Serokwezîrê Iraqa Federal ragihand.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst