MHPê li Şemzînanê ofîs vekir

05-04-2017
RÛDAW
Nîşan Şemzînan Bakurê Kurdistanê MHP Ofîs
A+ A-

Navenda Nûçeyan – Partiya Tevgera Neteweperest (MHP) li navçeya Şemzînanê ya ser bi Colemêrga Bakurê Kurdistanê ve, Boruya Serokatiya Navçeyê vekir.

 

Ji bo vekirina vê ofîsa xwe, Serokê Şaxeya MHPê li bajarê Colemêrgê Fatih Ozbek, Serokê MHPê yê li Şemzînanê Erhan Eren, Serokê Komeleya Pasevanên Ewlehiyê ya Şemzînanê Ubeydullah Şen amade bûn.

 

Ofîsa MHPê di avahiyekê de ku li ser cadeya Cumhuriyetê ya Şemzînanê ye, hate damezrandin.

 

Serokê Şaxeya MHPê li Bajarê Colemêrgê Fatih Ozbek di merasîma vekirina vê ofîsê de axivî û spasiya xwe pêşkêşî Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçeli û Cîgirê Serokê Karûbarên Boruyan Şefkat Çetin kir.

 

Fatih Ozbek di axavtina xwe de got: “Li cihê ku demokrasî heye, ji siyasetê xweştir tiştekî din tine ye. Armanca me ew e ku em li vir bi aştî û biratî siyasetê bikin.”

 

Vekirina ofîsa MHPê li Şemzînanê di demekê de ye, ku ew çend sal bûn, MHPê nedikarî li vê navçeyê û gelek bajar û bajarokên din ên Bakurê Kurdistanê ofîsên xwe veke û di hilbijartinên Tirkiyê de jî li herêman kurdî deng bi dest nedixisin.

 

Herwiha vekirina ofîsa MHPê piştî şerê wan 2 salên dawiyê yên navbera Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) û Artêşa Tirkiyê de, ku bi şerê xendeqan jî hatiye naskirin, tê.

 

Di encama wan şeran de, çend bajar û bajarokên Bakurê Kurdistanê û çendîn gund wêran bûn û nêzîkî 1 milyon kesî jî ji cih û warên xwe aware û derbeder bûn.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst