Şandeyeke aborî ya Amedê li Herêma Kurdistanê çend hevdîtinên girîng kirin

05-03-2024
Nîşan Odeya Pîşesazî û Bazirganiya Amedê Borsaya Bazirganiyê ya Amedê Dihok Hewlêr
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Amedê, li gel şandeyeke Borsaya Bazirganiyê ya Amedê li Herêma Kurdistanê ye.

Şandeya Odeya Bazirganiya Amedê, ji bo danûstendin û bihêzkirina pêwendiyên li gel odeyên bazirganiyên Hewlêr û Dihokê, li Herêma Kurdistanê ye.

Ew şandeya bi serokatiya Serokê Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Amedê Mehmet Kaya, ji Serokê Borsaya Bazirganiyê ya Amedê Engîn Yeşîl, Serokê Meclîsa Borsaya Bazirganiyê ya Amedê Ahmet Ay, Sekreterê Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Amedê Ferdanî Gokdere û Alîkarê Sekreterê Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Amedê Kamuran Toktaniş pêk tê.

Şandeya ji Amedê hatiye, bi armanca nûkirina peymanên hevkariyê yên ku sala 2008an hatibû destpêkirin, pêşxistina pêwendiyên bazirganiyê, dest bi hevdîtinan li gel berpirsên Hikûmeta Herêma Kurdistanê, odeyên bazirganî, konsulxane û parêzgariyan kiriye.

Şandeya Amedê bi Odeya Bazîrganiyê ya Dihokê re civiya

Li gorî zanyariyan şandeya Odeya Bazirganiya Amedê û Borsaya Bazirganiyê ya Amedê ewil li gel Odeya Bazîrganiyê ya Dihokê civiya.

Di hevdîtinê de mijarên wekî pirsgirêkên deriyê sînorî, pirsgirêka vîzeyê, beşdarbûna karsazan a pêşangehên li Amedê û pirsên gumrikê hatin gotûbêjkirin.

Serokê Odeya Bazirganiyê ya Dihokê Şukrî Cemîl Nûrî ji bo çareserkirina pirsgirêkên ku di hevdîtinê de hatine gotûbêjkirin, ji şandeya mêvan piştgirî xwest.

Serokê DTSOyê Mehmet Kaya, diyar kir ku haya wan ji pirsgirêkan heye, ji bo çareserkirina pirsgirêkên her du aliyan her tim di nava hewldanan de ne.

Kaya herwiha da zanîn ku ji bo pirsgirêkên heyî bigihînin rayedarên peywendîdar dê gavên pêwîst bên avêtin.

Kaya eşkere kir ku geştên asmanî yên Amed û Hewlêrê dê vê mehê dest pê bikin.

Şandeyê, Rêveberiya Odeya Bazirganiyê ya Dihokê û endamên wê vexwend Pêşangeha Turîzm û Gastronomiyê ya Mezopotamyayê ku dê meha nîsanê bê lidarxistin.

Şandeya Amedê derbasî Hewlêrê bû

Ew şandeya mêvan piştî Dihokê, ji doh ve li Hewlêrê ye û li gel şandeya Odeya Bazirganiya Hewlêrê jî civiya.

Her du aliyan behsa bihêzkirina pêwendiyên bazirganî, destpêkirina geştên asmanî yên navbera Hewlêr û Amedê, asankariyên vîzayê ji bo karsazan kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst