Mesrûr Barzanî: Herêma Kurdistanê berhema Raperînê ye

05-03-2024
Nîşan Mesrûr Barzanî Raperîn Salveger Peyam
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokwezîr Mesrûr Barzanî got, “Raperîn redkirina zilm, dagirkerî û bindestiyê bû û berhema wê jî Herêma Kurdistanê bû.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya salvegera 33yemîn a Raperînê peyamek belav kir.

Xelkê Ranyeyê 5ê Adara 1991ê li dijî rejîma Beasê serî hilda.

Piştî vê serhildana ku wekî “Raperînê” hat binavkirin piraniya axa Başûrê Kurdistanê ket destê Kurdan.

Piştî Raperînê bi salekê, 19ê Gulana 1992yan cara ewil hilbijartinên Parlemantoya Kurdistanê hatin kirin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di peyama xwe ya ji bo salvegera Raperînê de got:

“Salvegera 33yemîn a Raperîna rûmetê ya sala 1991ê li gelê Kurdistanê, Pêşmergeyên qahreman û malbatên serbilind ên şehîdan pîroz be.”

“Yek ji rûdanên herî girîng ên dîroka Kurdistanê ye”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di peyama xwe de wiha behsa girîngiya Raperînê kir:

“Raperîna sala 1991ê yek ji rûdanên herî girîng ên dîroka Kurdistanê ye û şanaziyeke mezin a gelê Kurdistanê ye ku berhema yekrêzî û hevgirtina gelê Kurdistanê bû.

“Raperîn redkirina zilm, dagirkerî û bindestiyê bû”

Raperîn redkirina zilm, dagirkerî û bindestiyê bû û berhema wê jî Herêma Kurdistanê bû.

Îro di vê dema ku em Raperînê bi bîr tînin de, pêwîst e hemû alî, pêkhate û her kesê li Kurdistanê bi yekrêzî û yekdengiyê mafên niştimanî û mafên qanûnî yên gelê Kurdistanê biparêze.”

Serokwezîr Barzanî herwiha bag kir ku destkeftiyên Raperînê werin parastin, bên bipêşxistin û got, “Bêguman serweriya me hemûyan girêdayî hebûna Kurdistanê ye.”

 Serokwezîr Mesrûr Barzanî di dawiya peyama xwe de got:

“Bila Raperîn me han bide (teşwîq bike) ku em piştigiriyê bidin qebareya destûrî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê da ku karibe xizmete layîqtir û baştir pêşkeşî xelkê Kurdistanê bike û em karibin bi hev re Herêma Kurdistanê ber bi qonaxeke baştir ve bibin.

 Salvegera Raperîna Adara 1991ê bilind û bi rûmet be.

 Em bejna xwe li ber şehîdên Raperînê û hemû şehîdên Kurdistanê ditewînin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst