Ji bo bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya cemed û aşûtê

05-03-2020
RÛDAW
Nîşan Bakurê Kurdistanê Berf Aşût
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ji bo her şeş bajarên Bakurê Kurdistanê Erzingan, Îdir, Qers, Erdexan, Erzerom û Agirî hişyariya cemed û aşûtê hat dayîn.

Di daxuyaniya saziya keşûhewayê ya herêmê de hat diyarkirin ku li Erzingan, Îdir, Qers, Erdexan, Erzerom û Agirî hewayê kêmewrayî û ewrsayî sayî dibe û bi şev jî dê cemed çêbibe.

Li herêmê germahiya hewayê dê bi qasî 4-5 pileyan li gor demsalê zêde be, ji aliyê başûr ve ba dê rabe.

Li herêmê bi şev germahiya hewayê ya herî kêm li Erzinganê di binê sifirê de 2 pile, li Agiriyê di binê sifirê de 13, li Qersê di binê sifirê de 9, li Erdexanê di binê sifirê da 7 pile, li Erzeromê di binê sifirê de 5 pile, li Îdirê jî di binê sifirê de pileyek hat pîvandin.

Tê pêşbînîkirin ku bi roj germahiya hewayê dê li Îdirê û Erzincanê 17, li Erdexanê 13, li Qersê 10, li Erzeromê 9 û li Agiriyê jî 6 pile be.

Stûriya berfê li navendên xweşiqitandinê ya Erganê 82, li Palandokenê 78 û li Cibiltepeyê jî 70 santim hat pîvandin.

Rayedarên saziya keşûhewaya herêmê ji bo cemed û aşûtê hişyarî dan welatiyan ku bila baldir bin û bê tevdîr nemînin.

Li Agiriyê mij û serma

Li Agiriyê ji ber mij û sermayê welatî zehmetiyê dikşînin.

Li bajar mija şev dest pê kir serê sibê bandora xwe zêde kir. Şofêran bi zehmetî otomobîlên xwe ajotin.

Bi taybetî li ser rêya Agirî û Îranê mij pir zêde bû û mesafeya dîtinê heta 5 metreyên kêm bû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst