RANIYE - Îro 28mîn salvegera Raperînê ye

05-03-2019
RÛDAW
Nîşan Kurdistan Raniye Raperîn Serhildan
A+ A-

Raniye (Rûdaw) – Xelkê Başûrê Kurdistanê 28 sal berî niha li dijî rejîma Beis a Iraqê serhildaneke seranserî kir, ku di nava xelkê de weke Raperîn tê naskirin. Serhildana xelkê yekem car ji navçeya Raniye ya ser bi parêzgeha Silêmaniyê ve dest pê kir û piştre derbasî bajar, navçe û bajarokên din ên Başûrê Kurdistanê bû.

 

Roja 5ê Adara sala 1991ê, li navçeya Raniye ya ser bi parêzgeha Silêmaniyê ve xelkê li dijî rejîma Beisê serî hilda dû di navbera tenê çend demjimêran de tevaya sazî û dezgehên hikûmeta Iraqê ketine destê welatiyan. Pêla Serhildan an Raperînê ji Raniye ve ber bi bajar û bajarokên din ên Başûrê Kurdistanê ve kete rê û 20 rojan dom kir.

 

Di wan 20 rojên Raperînê de, tevaya bajar û bajarokên Başûrê Kurdistanê, tevî Kerkûkê jî ji aliyê gelê Başûrê Kurdistanê ve ji destê hikûmeta navendî ya Iraqê hatin rizgarkirin.

 

Bi helkevta bîranîna vê serhildana mezin, îro di 28mîn salvegera Raperînê, li navçeya Raniyeyê çend çalakiyên cor bi cor tên lidarxistin.

 

 

 

Peyamnêrê Rûdawê li Raniyeyê, Bextiyar Qadir ragihand, îro Sêşemî 5ê Adara 2019, bi helkevta derbasbûna 28 salan di ser raperîna xelkê Başûrê Kurdistanê re û bi helkevta ku Raperîn ji Raniyeyê ve dest pê kir, li sînorê vê qezayê çend çalakî tên lidarxistin.

 

Di destpêka wan merasiman de jî, destegul li ser monomênta şehîdên Raperînê hat danîn û gotara Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji aliyê Serpireştê Rêveberiya Raperînê ve hate xwendin.

 

Di çalakiyên îro de, nûnerên aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê, kesûkarên şehîdan û xelkê deverê amade ne.

 

 

 

Yekem gulleyê Raperînê li Raniyeyê, ji aliyê kesekî bi navê Elî Nebî ve hatiye teqandin û ew weke yekemîn şehîdê Raperînê tê hesibandin. Piştî ku di 5ê Adara 1991ê de, xelkê Raniyeyê dest bi serhildanê kir, tenê di navbera 10 demjimêran de tevahiya bajêr hate rizgarkirin, lewma navê “Dergehê Raperînê” li Raniyeyê hatiye kirin.

 

Raniye dikeve bakurê rojhilatê parêzgeha Silêmaniyê û 130 kîlometran ji bajarê Silêmaniyê dûr e. Raniye ketiye navbera çiyayên Kêwe Reş, Hacîle û Asos û di aliyê çandiniyê de jî Deşta Raniyeyê gelek bi nav û deng e.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst