Li Wanê otobûs wergeriya

05-02-2018
RÛDAW
Wêne: DHA
Wêne: DHA
Nîşan Wan Qeza Enqere Otobûs
A+ A-

Navenda Nûçeyan – Li Wanê ji ber cemedê otobûsa rewiyan ji kontrolê derket û qulibî. Di encam de 2 kesan canê xwe ji dest da û 21 kes jî birîndar bûn.

 

Li gor agahiyan qeza îro Duşemê (05.02.2018) seat 04.30 li ser rêya navbera Wan û navçeya Erdîşê nêzîkî devera Tasmaliyê qewimî.




Otobûsa bi plakaya 34 YK 9983 ku ji Enqerê ber bi Wanê ketibû rê ji ber cemedê ji rê derket û qeza kir. Di encam de 2 kesan canê xwe ji dest da û 3 jê giran 21 kes jî birîndar bûn.




Piştî qezayê hejmarek ambulans û aliyên peywendîdar gihîştin cihê bûyerê. Birîndar ji aliyê tîmên bihawarveçûnê ve ji otobûsê hatin derxistin û bi ambulansan bo Nexweşxaneya Lêkolînê ya Zanîngeha 100. Yil a Wanê hatin veguhestin.




Hat ragihandin ku derbarê bûyerê de lêpirsîn hatiye destpêkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst