Li Silêmaniyê 52 kesên biyanî hatin girtin

05-01-2024
Nîşan Hêzên Parastina Sînoran Silêmanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) -  Hêzên Parastina Sînoran ragihand, “Li ser sînorên Silêmaniyê 52 kesên biyanî hatine girtin.”

Fermandariya Hêzên Parastina Sînoran li ser mijarê daxuyaniyek da û got, “Van kesan dixwest bi rêyên qaçax derbasî Îraqê bibin.”

Li gorî daxuyaniyê, bi van kesan re gelek kelûpel jî hatine girtin ku wan dixwest bi qaçaxî derbas bikin.

Fermandariya Hêzên Parastina Sînoran herwiha da zanîn ku ew 52 radestî aliyên pêwendîdar kirine.

Li aliyê din, li ser nasnameya wan kesan ti agahî nehatine dayîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst