Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Pêncwênê ya parêzgeha Silêmaniyê otomobîlek li barhilgirekê qelibî, ji malbatekê 3 kes mirin, 2 kes jî bi giranî birîndar in.
Li nêzîkî nahiyeya Nalparêzê ya navçeya Pêncwênê ya parêzgeha Silêmaniyê di navbera barhilgirekê û otomobîlekê de qezayek bû.
Li gorî dîmenan otomobîla ku 5 kes tê de bûn bi lezeke zêde li barhilgirê diqelibe.
Qaymeqamê Pêncwênê Hêmin Îbrahîm ji Rûdawê re ragihand, “Li gorî amarên destpêkê 3 kes mirine.”
Polîsê trafîkê yê Pêncwênê Bêstûn Mehmûd ku li cihê bûyerê bû ji Rûdawê re got:
“3 kes mirine û çend kes jî birîndar bûne.”
Polîsê trafîkê yê Pêncwênê Bêstûn Mehmûd her wiha da zanîn:
“Hemû qurbanî ji heman malbatê ne û xelkê gundê Sersûrawê yê Pêncwênê ne.
Dayîk û 2 zarokên xwe mirine. Bav û zarokekî xwe jî bi giranî birîndar bûne.”
Qaymeqamê Pêncwênê da zanîn ku ajokarê barhilgirê jî Îranê ye.
Tîmên tenduristiyê yên ku çûn cihê qezayê birîndar birin Nexweşxaneya Silêmaniyê.
Polîsan li ser bûyerê lêpirsîn daye destpêkirin.
Li ser rêya navçeya Pêncwênê ya Silêmaniyê otomobîlek li barhilgirekê qelibî
— RudawKurdi (@RudawKurdi) October 19, 2024
🔴 Ji malbatekê 3 kes mirin, 2 kes bi giranî birîndar in pic.twitter.com/lkPr7oyaZE
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse