VÎDEO - Bi dronekê êrişî Balafirgeha Leşkerî ya Herîrê hat kirin

05-01-2024
RÛDAW
VÎDEO - Bi dronekê êrişî Balafirgeha Leşkerî ya Herîrê hat kirin
VÎDEO - Bi dronekê êrişî Balafirgeha Leşkerî ya Herîrê hat kirin
Nîşan Balafirgeha Leşkerî ya Herîrê Teqîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Derdora saet 16:20an bi dronekê êrişî Balafirgeha Leşkerî ya Herîrê yê Hewlêrê hat kirin û dengê teqîneke bihêz hat bihîstin.

Li gor çavkaniyekî ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê, “bi rêya dronê êrişî Balafirgeha Leşkerî ya Herîrê hatiye kirin.”

Wî çavkaniyî herwiha da zanîn ku dron hatiye têkşikand û ti ziyanên canî çênebûne.

Dije Terora Kurdistanê jî bi daxuyaniyekê ragihand:

“Îro Înê saet 16:29an bi firokeyeke bê firokevan êrişî Balafirgeha Leşkerî ya Herîrê ya parêzgeha Hewlêrê hat kirin ku berê wekî baregeheke leşkerî ya Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê dihat bikaranîn.”

Ji êrişa Hemasê ya 7ê Çiriya Pêşîna 2023yan vir ve ya li Îsraîlê û gurbûna şerê di navbera wan de, grûpên çekdar ên din jî beşdariya xwe ya di şer de ragihandin û piştgirî dane Hemasê.

Di nav wan de komeke çekdar a Şîe ku xwe wek Berxwedana Îslamî ya Îraqê bi nav dike jî heye û Amerîka wê wekî “grûpeke ku ji aliyê Îranê ve tê piştgirîkirin” bi nav dike.

Berxwedana Îslamî ya Îraqê berpirsyaretiya 15 êrişên li Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê û 12 êrişên li Balafirgeha Leşkerî ya Herîrê girtiye ser xwe.

Berxwedana Îslamî ya Îraqê ku piraniya wan êrişan bi dronan encam daye, berpirsyaretiya êrişa îro jî girte ser xwe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst