Kurdistan salroja damezrandina artêşa Iraqê nake betlane

05-01-2019
RÛDAW
Nîşan Herêma Kurdistanê Artêşa Iraqê Betlane
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Çavkaniyekê ji Civata Wezîran a Herêma Kurdistanê ji Rûdawê re ragihand, ku salroja damezrandina artêşa Iraqê, ku li Iraqê betlane ye, li Herêma Kurdistanê nabe betlaneya giştî.

 

Bi helveta salroja damezrandina artêşa Iraqê, roja 6ê kanûna her salî li Iraqê dibe betlaneya giştî, lê belê li Herêma Kurdistanê îsal di vê rojê de ku sibe yekşembiyê ye, betlane nayê ragihandin û dewama dezgeh û fermangehên Hikûmeta Herêma Kurdistanê weke rojên berê asayî dibe.

 

Çavkaniyekê agahdar ji Encûmen a Wezîran a Herêma Kurdistanê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand: “Sibe yekşembiyê 6ê Kanûna 2018ê li Herêma Kurdistanê dewama fermangehên Hikûmeta Herêma Kurdistanê asayî ye û betlane nîne.”

 

Di derbarê dewama navendên xwendinê de jî, Berdevkê Wezareta Perwerde ya Herêma Kurdistanê, Saman Sîweylî ji Rûdawê re da xuyakirin: “Ev roj betlane be ya na, îsal bandoreke wiha li perwerdeyê nake, çimku ezmûnên dawiya kursa yekem di roja Duşembiyê 7ê vê mehê de dest pê dike, rojek berî wê jî di xwandin gehan de amadekarî bo ezmûnan tê kirin, lewma di vê rojê de betlane be yan jî nebe, bandorê li ezmûnan nake.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst