AMED - Pêşangeha Zêran bal kişand: Modelên 3 hezar salî hatin nîşandan

04-11-2023
Maşallah Dekak
Maşallah Dekak
AMED - Pêşangeha Zêran bal kişand: Modelên 3 hezar salî hatin nîşandan
AMED - Pêşangeha Zêran bal kişand: Modelên 3 hezar salî hatin nîşandan
Nîşan Pêşangeha Zêran a Amedê
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Li Amedê bi beşdariya 50 kompanyayên mezin Pêşangeha Zêran hat lidarxistin.

Di pêşangehê de xeml û xişikên ku berî 3 hezar salî hatine bikaranîn û ji serdema Romayê mane jî bi rêya mankenan hatin nişandan.

Mankenekê li ser nîşandana wan zêran got:

“Ez dibêjim qey ji serdema Romayê derketime û hatime vir. Di nava van cil û berg û xişikên wê demê de ez xwe gelekî baş hîs dikim. Hesteke gelekî xweş e.”

Pêşangeha Zêran a Amedê, bi beşdariya 50 kompanyayên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê dest pê kir.

Parêzgarê Amedê Alî Îhsan Su û nûnerên bi dehan saziyên zêringeran jî di pêşangehê de amade bûn.

Di pêşangehê de modelên herî nû yên guhar, bazin, gerdenî û hemû cureyên xişikan hatin pêşandan.

Tevî modelên nû yên xişikan, makîneyên nûjen ên zêran jî ji bo zêringer û zêrkeran hatin nişandan.

Ji Başûrê Kurdistanê jî ji Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê, ji Dihok û navçeyên wê jî nêzîkî 40 zêringer û bazirganên zêran tevlî pêşangehê bûn.

“5-6 kes ji Akrê, 10 ji Zaxo, 10 kes jî ji Dihokê hatin”

Ferhad Zaxoyê ku zeringerekî ji Başûrê Kurdistanê ye anî ziman:

“Em hatin bibînin ka çi cureyên teze yên zêran hene. Modelên û hebûn ku ji bo Kurdistanê em dê bi xwe re bibin.”

Zêringer Hogir Celalê ji Dihokê jî got:

“Ez xelkê Dihokê me. Em hatine pêşangeha Diyarbekirê. Pêşangeheke pir baş e.

Her tişt tê de heye. Gelekî xweş e bi rastî. Em ji ber mazûvaniyê destxweşiyê li sendîkayan dikin.”

Zêringer Fersed Omer jî li ser beşdariya zêringerên Başûrê Kurdistanê anî ziman:

“5-6 kes ji Akrê, 10 ji Zaxo, 10 kes jî ji Dihokê hatin. Em pişikdar bûn di pêşangeha zêran de.

Her cara ku çêdibe em tên. Her tişt xweş çêkirine, law çêkirine, hemû tişt li vir hene û hazir in.”

Li gorî rêveberên zêringeran di pêşangehê de 300 cureyên xemlên xişikan hatine danîn.

Zeynep Suzana ku di pêşangehê de mankenî kir got:

“Tu dibêjî qey ez ji serdema Romayê me û ji nava wê dîrokê derketime hatime. Hemû cureyên van xişikan bi nazikî û narînî hatine hilbijartin. Hemû pir xweşik xuya dikin.”

“Min dibe dîroka kevn”

Manken Hediye Yaşarê jî anî ziman:

“Min dibe serdemên dîroka kevn. Ez hewl didim ku weke wan jinên berê xwe hîs bikim û wê xweşikbûna wan ji dil hîs bikim. Bi rastî jî ev hesteke pir xweş e.”

Serokê Zêringerên Amedê Mehmet Yuksel jî li ser pêşangehê da zanîn:

“Çiqas zêringerên me hene dikarin di van 4 rojan de bêne vê derê û van tiştan bibînin.

Tiştên ku berî 3 hezar salî çêbûne û hatine bikaranîn em îro li ser van mankenan dibînin.”

Li gorî rêveberên zêringeran di nava 3 rojan de ew li bende ne herî kêm 15 hezar zêringer berê xwe bidin pêşangehê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst