Qeyûm li ser Şaredariya Qoserê jî hat danîn

04-11-2019
RÛDAW
Nîşan Bakurê Kurdistanê Mêrdîn Qoser Tirkiye Qeyûm
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Walîtiya Mêrdînê ragihand, Hevseroka Şaredariya Qoserê ya ser bi parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê ve Nîlûfer Elîk Yilmaz ji kar hat dûrxistin û li şûna wê Qeymeqamê Qoserê Huseyîn Çam wek qeyûm hat danîn.

Li gor daxuyaniya Walîtiya Mêrdînê, derbarê Hevseroka Şaredariya Qoserê Nîlûfer Elîk Yilmaz de bi tohmeta “endambûna rêxistina çekdar a terorê” li 2emîn Dadgeha Cezayên Giran a Mêrdînê dosya heye û ji ber vê yekê ji kar hatiye dûrxistin.

Nîlûfer Elîk Yilmaz vê sibê dema xwest biçe avahiya şaredariyê polîsan rê nedane wê. 

Şaredariya Qoserê jî li ser hesabê xwe yê twîtterê nivîsiye: “Qeyûm bo şaredariya me hatiye danîn û teblîxata fermî nadin Seroka Şaredariya me.‎"

Heta niha ji aliyê hikûmeta Tirkiyê ve li ser 14 şaredariyên Bakurê Kurdistanê yên di destê HDPê de qeyûm hatine danîn û hevserokên şaredariyan an hatine dûrxistin an jî hatine girtin û lêpirsîn derbarê wan de hatine vekirin.

Di hilbijartina roja 31ê Adara 2019an de HDPê 69 şaredarî bidest xistin. Her ji destpêkê ve şeş şaredarî ji ber biryarên rewşa awarte nikarîn mohleta destbikarbûnê werbigirin û şaredarî gehiştin berbijêrên AK Partiyê.

Piştre qeyûm bo ser 14 şaredariyan hatin danîn ku 3 ji wan şaredariyên mezin in. Bi vê yekê ji ‎‎69 şaredariyan tenê 49 şaredarî di destê HDPê de mane.

Şaredariyên qeyûm li ser wan hatine danîn, ev in:

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê

Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê

Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê

Şaredariya Colemêrgê

Şaredariya Pasûrê – Amed

Şaredariya Kayapinar – Amed

Şaredariya Bismilê – Amed

Şaredariya Karazê – Amed

Şaredariya Erdîşê – Wan

Şaredariya Geverê – Colemêrg

Şaredariya Xinisê û Erzerom

Şaredariya Nisêbînê – Mêrdîn

Şaredariya Cizîrê – Şirnex

Şaredariya Qoserê - Mêrdîn

Waliyên heman parêzgehan wek qeyûm bo Şaredariyên Bajarên Mezin hatine danîn, bo şaredariyên bajarokan jî qeymeqam wek qeyûm hatine danîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst