Dosta gelê Kurd a raperîn û şoreşê: Mirella Galletti

04-09-2024
Dilniya Rehman
Wêneyên cuda yên Mirella Gallettiyê / Wêne: Ji ber dîmenan
Wêneyên cuda yên Mirella Gallettiyê / Wêne: Ji ber dîmenan
Nîşan Prof. Dr. Mirella Galletti Peyker Hewlêr
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Navê Mirella Gallettiyê her çi qasî ji bo nifşên nû zêde ti wateya xwe nebe jî lê ji bo nifşê serdema “Raperîn û Şoreşê” li Başûrê Kurdistanê naveke pir naskirî û tê hezkirin e.

Dosta Kurdan a Îtalyayî Mirella Galletti, 54 sal berê dema cara ewil tê Kurdistanê bi xebat û hewldana xwe cihê xwe di dilê Kurdan de digire.

Niha peykerê wê li Parka Samî Ebdulrehmanê ya Hewlêrê hatiye danîn.

Mirella Galletti sala 1949an li gundekî nêzîkî bajarê Bolognayê yê Îtalya ji dayik bûye.

Ji ber hezkirina xwe ya xwendin û lêkolînê qet ne zewiciye.

Beşeke girîng a ji xebat û jiyana xwe ji bo Kurd û Kurdistanê terxan kiriye.

Herêma Kurdistanê ji ber dilsozî û rêzgirtina li hemberî Mirella Gallettiyê, biryar da ku peykerê wê bê çêkirin.

Du biraziyên ku nûnertiya malbata Gallettiyê dikin, ji bo beşdarî merasîma vekirinê bibin, hatin Herêma Kurdistanê.

"Di dilê Mirellayê de hesteke mezin a edaleteke hebû"

Biraziyê Mirellayê yê bi navê Andrea Galletti ji Rûdawê re wiha behsa meta xwe kir:

“Di dilê Mirellayê de edaleteke mezin hebû.  Bi taybetî ji bo gelên bindest û bêhêz xwedî empatiyeke xurt bû.

Di nav nameyên wê yên ewil de jî diyar dibe ku di dilê wî de edalet heye.

Dema ku li Zanîngeha Bolognayê dersên siyasetê dide, ew dibîne ku gelek ciwanên Kurd li zanîngehê dixwînin, ev jî dibe sedem ku ew berê xwe bide xebatên li ser Kurdan.”

Mirella Galletti li Zaxoyê ye

“Heq dike ku were naskirin”

Biraziya Mirellayê ya bi navê Serena Gallettiyê jî got:

Ji bo me gelekî girîng e. Merilla ji ber ku jiyana xwe bi hezkirin terxanê xebatan kiriye heq dike ku were naskirin û peykerê wê were çêkirin.”

“Ew evîndara Kurd û Kurdistanê bû”

Mirella Galletti dema ku mamosteyê wê ji wê dixwaze li ser Kurdan lêkolînê bike, ew bi tesadufî Kurd û Kurdistanê nas dike û dibe evîndarî Kurd û Kurdistanê.

Ji ber vê sedemê ji sala 1970î heta 2000î çend caran hatiye Başûrê Kurdistanê û çûye.

Li vir û li Ewropayê bi gelek pêşengên Kurd ên her çar parçeyên Kurdistanê re hevdîtin dike û ew wan nas dike.

Ebdulcebar Mistefa yek ji hevalên Mirella Gallettiyê ye ku wê baş nas dike.

Ew her du sala 1981ê li Îtalyayê ji ber pirsgirêkek siyasî hev nas dikin.

Ebdulcebar derbarê Mirella Gallettiyê de wiha got:

“Ew li Zanîngeha Bolognayê xwendekara fakulteya zanistên siyasî bû. Wê Kurd gelekî meraq dikir û dixwest her tiştî hîn bibe.

Di dawiya salên 1972 û 1973an de dest bi berhevkirina lêkolîn, belge û dokumentên li ser Kurdan kir.”

 Mirella Galletti û Serok Barzanî

Li ser Kurdan 15 pirtûk nivîsandine

Mirella Gallettiyê 63 salan jiya û di salên dawî yên jiyana xwe de li Zanîngeha Bolognayê bû profesor.

Li ser siyaset, dîrok û çanda Kurd û Kurdistanê 15 pirtûk nivîsandin.

Berhemên wê li Zanîngeha Bolognayê û Enstîtuya Kurdî ya Îtalyayê wekî çavkaniya dîroka Kurd û Kurdistanê hatine arşîvkirin.

Peykerê Mirella Gallettiyê li Parka Samî Ebdulrehman a Hewlêrê hat danîn.

Îro di salvegera koça dawî ya wê de bi beşdariya malbata wê û berpirsên Kurdistanê peyker dê were vekirin.

Pirtûkên Mirella Gallettiyê

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst