Li Rojavayê Kurdistanê pîverên zîrek ên elektrîka malan tê danîn

04-09-2024
RÛDAW
Li Rojavayê Kurdistanê pîverên zîrek ên elektrîka malan tê danîn / Wêne: Ji dîmenan
Li Rojavayê Kurdistanê pîverên zîrek ên elektrîka malan tê danîn / Wêne: Ji dîmenan
Nîşan Rojavayê Kurdistanê Pîverên Zîrek Eletrîk
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêveberiya Xweser li Rojavayê Kurdistanê û bakurrojhilatê Sûriyeyê dest bi danîna pîverên zîrek ên karebaya malan kiriye.

Li Rojavayê Kurdistanê niha amadehî ji sîstema pîverên zîrek ên elektrîka malan re tê kirin.

Heta niha zêdetirî hezar pîverên zîrek hatine danîn. 

Eger pîverên zîrek werin danîn dê rê li ber zêdegaviyan were girtin.

Birêvebirê Beşa Torên Elektrîkê ya Rêveberiya Xweser Ensal el-Şiblî got:

"Me dest bi projeya danîna pîverên elektronîk ên malan kiriye. Me ji durêyana Mamûnê ya Sentrala Sêyem a Reqayê dest pê kiriye.

Kar li Til Beyhê jî dest pê kiriye, me heta niha 140 pîver danîne, li navenda Huserî 450 pîver û li navenda Intîfadeyê jî 120 pîver danîne.

Karê me li taxên derdorê berdewam dike, li her du taxên Romaniye û Hecaneyê heta bigihê Mişlebê 420 pîver hatine danîn.

Înşalah heta hefteyekê karê me li van taxan bi dawî dibe."

Bi gotina Desteya Enerjiyê ya Rêveberiya Xweser armanca danîna pîverên zîrek ew e ku kareba bigihe hemû malan.

Dê rê li ber zêdegaviyan were girtin

Di heman çarçoveyê de berpirsên Ofîsa Pîverên Zîrek dibêjin, bi danîna van amûran ew rê li ber zêdegaviyan û guşara li ser kabloyan digirin.

Ensal el-Şiblî her wiha got:

"Armanca me ji danîna pîverên zîrek başkirina dabeşkirina elektrîka malan, parastina torên elektrîkê ji destdirêjiyê û rêgirtina li ber rakişandina nerewa û qeçaxiyê ye ku çê dibe."

Armanc 14 demjimêran elektrîkê bigihîn malan e

Li Rojavayê Kurdistanê berî armancgirtina pêgehên petrolê û santralên elektrîkê destpêka îsal ji aliyê Tirkiye ve, heta 4 demjimêran elektrîk digehişt malan lê niha li Cizîrê kêmî du demjimêran heye.

Rêveberiya Xweser dibêje ew dixwaze bi rêya pîverên zîrek 14 demjimêran elektrîkê bigihîne malan, her kîlowatek ji bo malan bi yek sentî û ji bo cihên pîşesaziyê bi 3 sentan dibe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst