UNITAD: Di cezakirina tawanên li dijî civaka Êzidî de pêşketin heye

04-08-2022
RÛDAW
Nîşan UNITAD DAIŞ Komkujiya Şingalê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Tîma Lêkolînê ya ji bo Bihêzkirdina Lêpirsênên Tawanên DAIŞê (UNITAD) ragihand ku ji sala borî ve, di dozên yasayî yên derbarê cezakirina tawanên ku ji aliyê DAIŞê ve li dijî civaka Êzidî hatine kirin û derxistina gorên komî de pêşketin heye.

UNITAD bi boneya 8temîn salvegera Komkujiya Kurdên Êzidî daxuyaniyek belav kir û tê de diyar kir ku di lêgerîna edaletê ya ji bo qurbaniyên komkujî û rizgarbûyên sax mane û her wiha cezakirina çekdarên DAIŞê ji ber sûcên wan ên navnetewî û bi taybet cenosîda li ser civaka Êzidî serdemeke nû destpê kiriye.

Şêwirmendê Taybet û Serokê UNITAD Christian Ritscher diyar kir ku di hewldanên darizandina endamên DAIŞê yên ji ber tawanên navneteweyî û bi taybetî ji bo komkujiya li dijî civaka Kurdên Êzidî, di hewldanên mehkemekirina endamên DAIŞê de xebateke mezin heye.

Li gorî UNITADê, pêvajoya cezakirina tawanê DAIŞê û hesabpirsînê bi saya piştevaniya civaka navneteweyî bi pêş dikeve.

Christian Ritscher dibêje: ““Di serdana xwe ya dawî ya meha Gulana îsal de li Şengalê, min şans dît ku ez bi ciwanên Êzidî yên birûmet re hevdîtin bikim û wan nas bikim. Xort û jinên civaka Êzidî bi tiştên ku hatine jiyîn û li ber xwe didin, hêjayî naskirinê ne. Lê şiyana wan a pêşkeftinê û paşeroja xwe bi destên xwe bigire bi rastî bandorker e.”

Ritscher bi bîr xist ku hikûmeta Iraqê û gelek welat ji sala borî ve piştgirî dane lêkolînên UNITADê û dibêje: “Berhema vê xebatê yekem car di Mijdara 2021an de û bi dadgehkirina yekemîn DAIŞiyên Iraqê li dadgeha Frankfûrtê li Almanyayê derket holê.”

Ritscher da zanîn ku UNITADê bi şahidên li Iraqê re hevdîtin kir û piştgirî da dozgerên Alman û belgeyên sexte yên ku bersûc pêşkêşî dadgehê kirin, hatin derewandin.

UNITAD amaje bi wê yekê dike ku ji ber vê hewldana hevgirtî ew dikarin mafên mexdûr û mayinan ji nû ve vegerînin.

UNITADê di sala 2017an de ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve hate avakirin, armanca sereke ya tîmê lêpirsîna sûcên DAIŞê û çawaniya parastina belgeyan e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst