Li Amûdê malbatek ji bo zarokên xwe yên astengdar li benda alîkariyê ye

04-07-2019
Vîviyan Fetah
Vîviyan Fetah
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Rûdawa Rojava Amûdê Rojavayê Kurdistanê Malbat Alîkarî
A+ A-

Amûdê (Rûdaw) - Li Rojavayê Kurdistanê bi dehan rêxistin hene, ew rêxistin û sazî ji aliyê saziyên navdewletî ve têne fînansekirin. Lê welatiyên Rojavayê Kurdistanê gazinên xwe dikin, alîkarî û xizmet pir kêm pêşkêşî malbatên hewcedar têne kirin.

 

Malbateke bajarê Amûdê ku sê zarokên wan li erdê ne, zarokekî ji wan jiyana xwe ji dest daye û pêwistiya herdu yên din bi alîkariyê heye, rêxistinên civaka sivîl jî beramber rewşa wan bê helwest in.

 

Dayîka zarokên nexweş Nofa Ebdullah ji Rûdawê re diyar kir: “Sê zarokên min hene nexweş in li erdê ne , bavê wan karker e, yek ji wan mir, niha 2‪ mane û niha hefaza ji me re lazim in û rêxistinan di destpêkê de alî me kirin, lê ev du sal in me kes nedîtiye.”

 

1‪9‪ rêxistin hertimî û çend rêxistinên demkî li Amûdê hene ku ji aliyê Îtalya , Almanya , Fransa , Awustralya, Amerîka û Netewên Yekbûyî sponsoriya wan tê kirin, lê bi hebûna gendelî û bîroqratiyê tên tometbarkirin.

 

Hevserokê Karûbarên Rêxistinên Mirovî Xalid Îbrahîm jî dibêje herdema dosyeyên gendeliyê bi belge ji wan re tê ew lêkolînê encam didin û radestî dadgehê dikin lê derveyî wê ew nikarin destwerdanê di karûbarên navxwe yên rêxistinan bikin, ji ber ku plana karê wan rêxistinan li cem kes û aliyên sponsor tê dariştin.

 

Xalid Îbrahîm ji Rûdawê re diyar kir: “Rotînek ecêb li cem wan heye, sponserê wan hemû li derve ne heya qebûl dikin pirojeya salek derbas dibe û nirxandin dikin heya ku tişt digihêjin dereng dikevin û carna derbas jî dibe.”

 

Derdora 1‪6‪5‪ rêxistin û komeleyên mafê mirov û civaka sivîl li Rojavayê Kurdistanê hene ku pereyek zêde ji wan re tê terxan kirin. Piraniya wan jî jiber aramiyê li Rojavayê Kurdistanê bicih dibin lê li navçeyên şer weku Dêre Zorê û Reqa û kampên wan kar dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst