Wezîrekî berê yê Kurd koça dawî kir

04-05-2023
RÛDAW
Nîşan Herêma Kurdistanê Kurd Heyder Feylî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Wezîrekî berê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û endamê Partiya Komonîst a Kurdistanê bi nexweşiyê li welatê Norwêcê koça dawî kir.

Sekreterê Partiya Komonîst a Kurdistanê, Kawe Mehmûd îro Pêncşemê 4ê Gulana 2023an di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re ragihand, Heyder Feylî endamê berê yê Polîtburoya Partiya Komonîst a Kurdistanê û Wezîrê Veguhastin û Ragihandinê yê berê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, îro bi sedema nexweşiyê li Norwêcê koça dawî kiriye.

Kawe Mehmûd diyar kir, ew demek bû rewşa tendirustiya Heyder Feylî baş nebû û nexweş ektibû û ji bo dermankirinê çûbû Norwêcê û li nexweşxaneyeke wî welatî di bin çavêdiya pizîşkan de bû.

Sekreterê Partiya Komonîst a Kurdistanê got, ji bo merasîma şînê ew li benda malbata Heyder Feylî ne û tekez dê li Hewlêrê merasîmek ji bo wî were sazkirin.

Heyder Şêx Elî Xulam ku wek Heyder Feylî dihat naskirin, di sala 1947an de li bajarê Bexdayê ji dayik bûye û qonaxên xwendinê li Bexdayê qedandiye.

Heyder Feylî di kabîneya çarê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de ji sala 1999an heta sala 2006ê Wezîrê Veguhastin û Ragihandinê bû.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst