Li Wan û Erzeromê 61 koçber hatin girtin

04-04-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li herdu parêzgehên Wan û Erzeromê yên Bakurê Kurdistanê 61 koçber hatin desteserkirin.

Li gor daxuyaniya nivîskî ya Rêveberiya Ewlekariya Bajêr, îro 4ê Nîsanê 2023an li ser agahdarkirinê wan zaniye di otomobîla kargoyê de ku ji Wanê diçû Erzeromê koçber hene.

Di wê çarçoveyê de tîmên Rûbirûbûna Qaçaxiya Koçberan û Rêveberiya Deriyên Sînorî bi hevre li ser rêya bakurê bajêr ew otomobîl rawestandine û 41 koçberên di qaseyê de xwe veşartibûn hatine destserkirin ku 15 ji wan zarok in.

Herwiha şofêrê bi navê Tahsîn K. jî hatiye desteserkirin. Koçberên desteserkirî piştî karûbarên yasayî radestî Navenda Vegerandinê ya Aşkale hatine kirin.

Li Wanê 20 koçber hatin desteserkirin

Herwiha Li navçeya Tuşbayê ya Wanê,  Şaxa Têkoşîna Qaçaxcîtiya Koçberan û Deriyên Sînoran û tîmenên tevgera taybet,  harekata taybet li ser agahdarkirinê operasyon bir ser maleke li taxa Abdurrahman Gaziyê.

Di lêgerînê de 20 koçberên Efxanistanî ku li gor tesbîtê bi rêya dereqanûnî derbasî Bakurê Kurdistanê bûne, hatin desteserkirin

Koçberên navborî bo  Rêveberiya Şaxa Têkoşîna Qaçaxcîtiya Koçberan û Deriyên Sînoran hatin şandin.

Bi îdiaya ku qaçaxcîtiya koçberan kirine, 2 gumanbar hatin desteserkirin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst