Karsazên Kurd piştgiriya xwe ji bo pêvajoya nû ragihand

04-03-2025
RÛDAW
Nîşan Komeleya Karsaz û Sanayikarên Başûrrojhilat GUNSIAD Şahîsmaîl Bedîrhanoglu
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Komeleya Karsaz û Sanayikarên Başûrrojhilat (GUNSIAD) piştgiriya xwe ji bo pêvajoya nû ya li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê nîşan da.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê piştgiriya ji bo pêvajoya nû bi roj zêdetir dibe ku 1ê Çiriya Pêşîna 2024an dest pê kir.

Piştî banga Rêberê PKKê Abdullah Ocalan û ragihandina agirbestê ji aliyê PKKyê ve karsazên Kurd jî îro li Amedê bi daxuyaniyekê piştgiriya xwe ji bo pêvajoya çareseriyê ragihandin.

“Em di werçerxaneke girîng a pirsgirêka Kurdan de ne”

Serokê Komeleya Pîşesaz û Karsazan a Başûrrojhilat (GUNSIAD) Şahîsmaîl Bedîrhanoglu got:

"Bê guman girîngiyeke dîrokî ya van geşedanan heye. Birêz Erdogan û birêz Bahçelî jî kêfxweşiya xwe li hemberî banga Ocalan û daxuyaniya PKKyê anîn ziman.

Ev geşedanên erênî yên di demeke kurt de nîşana wê yekê ne ku em di werçerxaneke girîng a pirsgirêka Kurdan de ne.

Em li qeraxê bidawîanîna şerê çekdarî yê 40 salî ne. Em wekî Pîşesaz û Karsazên Başûrrojhilat wê yekê diparêzin ku hemû pirsgirêk di nav siyaseta demokratîk de bi rê û rêbazên demokratîk bêne çareserkirin."

Parêzerê Ocalan û Parlamenterê DEM Partiyê Cengîz Çîçek jî diyar kir ku çareserkirina pirsgîrêka Kurdan dê sûdê bigihîne pêwendiyên navbera Kurdan û herêmê jî.

Parlamenterê DEM Partiyê yê Stenbolê Cengîz Çiçek wiha got:

"Aktor û siyasetmedarên Kurd di navbera hevdu de diaxivin. Dê bandora wê li ser pêwendiyên li gel Îraqê û Îranê jî hebe.

Li gorî nirxandina min birêz Ocalan dixwaze li Tirkiyeyê ne şer û pevçûn lê keşûhewayeke aştî û demokrasiyê ji bo Rojhilata Navîn hebe.

Ocalan hewl dide di pêşengiya biratiya gelên Tirk û Kurdan de, biratiya Kurd û Farisan, biratiya Kurd û Ereban bê avakirin.”

Piştî ku roja 1ê Adarê PKKyê agirbest ragihand,  Wezîrê Parastiyê yê Tirkiyeyê jî doh ragihand ku rê nadin pêvajo bê têkdan û dirêjkirin.

Niha çav li ser pêngavên yasayî yên dewletê û lidarxistina Kongreya PKKyê ne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst