HAT NÛKIRIN - Serokê ENKSê dest ji kar berda: Ez rastî komployeke xirab hatim

04-03-2023
RÛDAW
Nîşan ENKS
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Sekreterê PDK-S û Serokê Encûmena Nîştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) dest ji kar berda û daxuyaniya xwe de got, "Ez rastî komployeke xirab hatim."

Sekreterê PDK-S û di heman demê de Serokê Encûmena Nîştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) Siûd Mela îro Şemiyê 4ê Adara 2023an bi daxuyaniyekê dest ji kar berda.

Di çend rojên borî de vîdeoyeke Siûd Mela li ser torên civakî belav bibû û karvedaneke mezin li pey xwe anîbû.

Siûd Mela piştî belavbûna wê vîdeoyê di daxuyaniyekê de ragihand, “Ez rastî komployeke xirab hatim ku ez wekî kes û xeta siyasî û rêbaza partiya me kiriye armanc. Ji bo parastina Partî, ENKS û cemawerê wan ez dest ji kar berdidim.”

Siûd Mela her wiha anî ziman, “Ez ê wefadar bimînim bi partiya xwe ya ku min piraniya jiyana xwe tê de derbas kiriye û nêzîkatiya ku ez pê mezin bûme.”

Siûd Mela di 10ê Berfanbara 2017an de dema ku Sekreterê Giştî yê PDK-Sê bû di kongreya Encûmena Nîştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS)  de wek serok hat hilbijartin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst