Nivîskarê Kurd Firat Cewerî xelata 'Pênûsa Zêrîn' wergirt

04-03-2020
RÛDAW
Nivîskarê Kurd, Firat Cewerî
Nivîskarê Kurd, Firat Cewerî
Nîşan Kurd Nivîskarê Kurd Firat Cewerî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Nivîskar û rewşenbîrê Kurd ê ji Bakurê Kurdistanê, Firat Cewerî ji aliyê Wezareta Rewşenbîriyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve hat xelatkirin.

Merasim duh Sêşemê li Hewlêrê hat lidarxistin û têde Firat Cewerî bi boneya 40mîn saliya xebata wî ya nivîskariyê ji Wezareta Rewşenbîriya Herêma Kurdistanê ve xelata Pênûsa Zêrîn wergirt.

Firat Cewerî îro 4ê Adarê beşdarî birgeya ‘Xweşî Ligel Dostan’ a bernameya ‘Nûroja Dostan’ a Rûdaw TV bû û têkildarî xelatkirina xwe ji aliyê Wezareta Rewşenbîriyê ve û xebata xwe ya nivîskariyê axivî.

Firat Cewerî li ser xelatkirina xwe got, ew gelek kêfxweş e ku ji ber xebata xwe ya bo zimanê Kurdî ji aliyê saziyeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve hatiye xelatkirin.

Cewerî got, ew pêştir ji aliyê akademiyeke Swêdî ve jî ji ber karê xwe yê wergera pirtûkan hatiye xelatkirin û diyar kir, “lê xelatkirina min ji aliyê Wezareta Rewşenbîriya Herêma Kurdistanê ve bo min giring û cihê şanazî û serbilindiyê ye û gelek pê keyfxweş im.”

Nivîskarê Kurd Firat Cewerî heta niha kar li ser 40 pirtûkan kiriye, ku 20 ji wan pirtûkan wî bixwe nivîsandine û 20 pirtûk jî ji zimanên din wergerandine ser zimanê Kurdî.

Hejmarek pirtûkên wî bo zimanên din hatine wergerandin.

Firat Cewerî ji sala 1987ê ve endamê PENa Swêdê ye û 24ê Gulanê di kongreya PENa Swêdê de wek endamê komîteya wê ya nû ya kargêriyê hat hilbijartin.

Herwiha Firat Cewerî damezrênerê kovara Kurdî ya NÛDEM e ku kovareke hunerî, wêjeyî û çandî bû. Wî di sala 1991an de li Swêdê kovara NÛDEM damezrand ku bo dema 10 salan berdewam bû û sala 2001an piştî weşana 40 hejmaran karê wê kovarê rawestiya.

Firat Cewerî sala 1959ê li gundê Balfisê yê ser bi navçeya Dêrika Çiyayê Mazî ya li parêzgeha Mêrdînê ji dayik bûye. Di salên 70 yên sedsala bîstan de tevî malbata xwe li Nisêbînê bi cîh bû, û di salên 80an de koçberî Swêdê bû û heta niha jî li wî welatî dijî.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst