Omer Ocalan: Di 2 mehan de 10 tabût ji zindanan derketin

04-02-2022
RÛDAW
Nîşan Omer Ocalan Girtiyên Nexweş Bakurê Kurdistanê Zindan Tirkiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê HDPê yê Rihayê Omer Ocalan li parlamentoya Tirkiyê balkişand ser rewşa girtiyên nexweş û got, “Li girtîgehan binpêkariyên mezin hene. Gelek girtiyên giran ên nexweş hene. Di du mehên dawî de tabûtên 10 girtiyan ji girtîgehan derketin.”

Girtiyên nexweş

Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Rihayê Omer Ocalan îro, 4ê Sibata 2022, li parlamentoya Tirkiyê li ser rewşa girtiyên nexweş ên di zindanên Tirkiyê de axivî.

Omer Ocalan amaje bi wê yekê da ku li girtîgehên Tirkiyê di warê mafên mirovan de binpêkariyên mezin tên kirin û got, “Di girtîgehan de gelek girtiyên nexweş hene. Heftiya borî Mehmet Hanîfî Bîlgîn 30 salan di girtîgehê de mabû tenê 4-5 meh mabûn ku bê azad kirin lê bi krîza dil canê xwe ji dest da. Mixabin nehat azadkirin.”

Rewş xerabtir dibe

Ocalan behsa girtiyê nexweş ê bi navê Turgay Denîz jî kir ku roja Çarşemê di yek ji girtîgehên Tirkiyê de canê xwe ji dest dabû û got, “Duh Turgay Denîz girtiyek nexweşê giran bû, mixabin tabûta wî ji girtîgehê derket. Di du mehên dawî de tabûtên 10 girtiyan ji girtîgehan derketine.”

Parlamenterê HDPê dibêje, partiya wî li ser girtiyên nexweş çendîn projebiryar pêşkêşî parlamentoya Tirkiyê kirine, lê tevî vê yekê rewşa girtiyên nexweş her ku diçe girantir dibe.

Ev di demekê de herî dawî roja 2ê Sibata 2022an girtiyê nexweş ê bi navê Turgay Denîz ku ji sala 2021ê ve di girtîgeha Metrîsê ya Stenbolê de girtî bû, dema li nexweşxaneyê çareserî didît canê xwe ji dest da.

Li gor zanyariyan herdu pişikên Denîz bi temamî jinav çûbûn û ev 12 sal bûn bi cîhaza henasedanê dijiya, lê tevî vê rewşa wî ya giran a tendirustiyê hemû serlêdanên malbata wî yên ji bo berdanê ji aliyê rayedaran ve hatibûn redkirin.

Hejmara nexweşên girtî

Li gor rapora dawî ya Komeleya Mafên Mirov (IHD) li girtîgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 1605 girtiyên nexweş hene û rewşa 604 kesan ji wan metirsîdar e û di sala 2021ê de 59 girtiyên nexweş canê xwe ji dest dane.

Komeleya Mafên Mirov derbarê rewşa girtiyên nexweş de daxwazê ji hikumetê dike ku gav bên avêtin.

Malbatên girtiyan jî berdewam çalakiyan dikin û dixwazin ku girtiyên nexweş bên berdan, lê tevî vê yekê ti pêngav nayên avêtin û rojane hejmara canjidestdana girtiyên nexweş zêde dibe.

Parlamenterê HDPê Omer Ocalan:

  • “Li girtîgehan binpêkariyên mezin hene. Girtiyên giran ên nexweş hene. Li beramber vê yekê paşguhxistinek heye. Rewşa li girtîgehan ligel pêvajoyê girantir dibe. Mixabin li gor keşûhewaya siyasî eger rewş aloz bû binpêkariyên li girtîgehan girantir dibin û îşkence tê kirin. Di veguhastina girtiyên nexweş a bo nexweşxaneyê de pirsgirêk tên derxistin. Di dabînkirina dermanan de pirsgirêk hene. Divê ev yek bên çareserkirin. Ligel van ev welat di salên 2013 û 2015an de di proseyeke çareseriyê re derbas bû. Di vê proseya çareseriyê de madeya sereke ya hevdîtinên di navbera hikûmetê û şandan de azadkirina girtiyên nexweş bû. Eger girtiyên nexweş hatibûna azadkirin dibe ku ev kar gihiştiba astekê.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst