Rêberê Tevgera Îslamî diyar dibe

05-02-2022
RÛDAW
Rêberê niha yê Tevgera Îslamî Îrfan Ebdulezîz
Rêberê niha yê Tevgera Îslamî Îrfan Ebdulezîz
Nîşan Îrfan Ebdulezîz Tevgera Îslamî Ebdullah Wertê Başûrê Kurdistanê Tevgera Îslamî ya Kurdistanê Osman Ebdulezîz Tevgera Raperîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Îro 12emîn Kongreya Tevgera Îslamî ya Kurdistanê li bajarê Hewlêrê tê kirin. Ji bo rêberê giştî yê wê tevgerê tenê yek berbijêr heye, lê eger heye di nav hola kongereyê de kesek din jî xwe bike berbijêr.

Berdevkê wê kongreyê dibêje  ew dixwazin li pey rabirdûya xwe biçin û bi rûxsareke nû ber bi pêşve biçin.

`Parastina ezmûn û dîrokê`

Ehsen Hesen, Berdevkê Tevgera Îslamî, radigihîne, “Di vê kongreyê de ew kesên ku tên pêş divê di asta serkirdayetiyê de parastina wê ezmûn û dîrokê bikin erkek li ser milên xwe ji bo ku dûbare zû pêş ve biçin û biçin nav cemawerê....”

Di wê kongereyê de nêzîka 450 endaman beşdar dibin. Kamîlê Hacî Elî berbijêrê rêberiya Tevgera Îslamî ye û ji bo serkeftinê divê piraniya dengên endamên kongereyê bidest bixe.

Rêberê niha yê Tevgera Îslamî Îrfan Ebdulezîz e. Ew nebûye  berbijêr, lê eger berbijêrê niha dengên pêdivî bidestnexe, wê demê rêber li ser kursiya xwe dimîne. Her endamekî wê hîzbê ku du geran bûbe endamê nivîsîngeha siyasî, mafê wî heye ku xwe  ji bo rêberê giştî bike berbijêr.

Ebdullah Wertê, Endamê Encûmena serkirdayetiya Tevgera Îslamî, dibêje, “Gotara rêberê giştî tê pêşkêşkirin, piştre gotara nivîsîngeha siyasî, piştre madde û hêmanên peyreva navxwe dixin  ber nêrîn û hûrbîniya endamên kongreyê.”

Tevgera Îslamî ya Kurdistanê

Tevgera Îslamî ya Kurdistanê sala 1978ê li Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê komeke mamosteyên olî  ve bi serokayetiya Osman Ebdulezîz hatiye damezrandin. Yekem hîzba çekdarî ya îslamî ya Başûrê Kurdistanê bû.

Sala 1999 ligel Tevgera Raperîn bû yek û Tevgera Yekbûnê ragihandin, lê gelek derbas nebû  dabeş bûn û yek ji aliyên  cûdabûyî jî Komelaya Îslamî bû ku niha navê wê Komaleya Dadgeriyê ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst