Encûmena Leşkerî ya Minbicê bangewaza vegerê kir

04-02-2020
Sîna Soma
Sîna Soma
Nîşan Rojavayê Kurdistanê Minbic Encûmena Leşkerî ya Minbicê HSD
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Encûmena Leşkerî ya Minbicê bang li xelkê Minbicê yên li herêmên di bin kontrola Tirkiyê û komên çekdar ên dijbereyê de kir, ku vegerin ser cihên xwe.

Encûmena Leşkerî ya Minbicê di daxuyanieyekê de ragihand, ku “weke berpirsatiyeke exlaqî, divê xelkê Minbcê yên li herêmên Rojhilatê Firat û herêmên din ên Sûriyê, ku ji aliyê Tirkiyê ve hatine dagîrkirin, divê ew welatî ji planên Tirkiyê bêne hişiyarkirin.”

Di daxuyaniya xwe de Encûmena Leşkerî ya Minbicê diyar kiriye, ku divê xelkê herêmê yên li cihên din careke din vegerin ser cih û warê xwe û tekez dike, “Encûmena Leşkerî ya Minbicê garantiya paratina wan kesan dike, yên bixwazin vegerin. “

Di beşeke din a daxuyaniyê de, heman encûmenê bal kişandiye ser wê yekê jî ku “kesên çekdar jî eger bixwazin vegerin ser jiayana xwe ya sivîl û dest ji çekan berdin, ew dê wan qebûl bikin” û daye xuyakirin, ew wê yekê weke “mafekî xwezayî yê wan kesan” dibînin.

Herwiha Encûmena Leşkerî ya Minbicê destnîşan kiriye, eger kesek bixwaze tevlî hêzên wan ên leşkerî bibe, ji bo parastina gel û cihên xwe, deriyê saziyên wan ên leşkerî ji wan kesan re vekirî ne û ew dê alîkariya wan jî bikin.

Encûmena Leşkerî ya Minbicê beşek e ji Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ku di 2ê Nîsana 2016an hat damezrandin, û erkê wê parastina herêma Minbicê li rojavayê çemê Firatê ye.

Minbic, Hezîrana  2016ê di operasyoneke hevbeş a HSDê û Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê ya bi serpireştiya Amerîkayê de ji destê DAIŞê hat derxistin û kontrola wê ji hingê ve di destê HSDê paşê jî Encûmena Leşkeriya Minbicê de ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst