Li Mereşê agir bi malekê ket

04-01-2024
RÛDAW
Nîşan Mereş Şewat
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Mereşê ya Bakurê Kurdistanê agir bi malekê ket.

Di encamê de bavek û keça wî ya 8 salî canê xwe ji dest da û 3 kes jî birîndar bûn.

Li Taxa Barbarosê ya Mereşê agir bi mala Kazim Koseyê 30 salî ket.

Cîranên ku dûkela ji malê derdiket dît Navenda Rewşên Bilez ji rewşê agahdar kir.

Li ser agahdarkirinê tîmîn tenduristiyê, prastina sivîlan û polîs çûn cihê bûyerê.

Piştî du demjimêran agir hat vemirandin.

Lê di bûyerê de Kazim Kose canê xwe ji dest da, hevjîna wî Meryem tevî zarokên xwe Çîdem Ahsen, Ilgar û Melîke Kose ya 8 salî birîndar bûn.

Tîmên tendrustiyê birîndar bi ambûlansan veguhastin nexweşxaneyê lê tevî hemû hewldanan Melîke Koseya 8 salî li nexweşxaneyê canê xwe ji dest da.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst