KERKÛK - Leşkeran bi ser Taxa Newrozê de girt, dixwazin Kurdan bi darê zorê koçber bikin

03-01-2024
Leşkerên ku bi ser Taxa Newrozê de girtiye / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Leşkerên ku bi ser Taxa Newrozê de girtiye / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Kerkûk Taxa Newrozê Kurd Koçberkirin Artêşa Îraqê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Leşkerên Îraqê doh li Taxa Newrozê ya Kerkûkê derî bi derî çûn malên Kurdan û ji wan re got, “Divê hûn ji malên xwe derkevin.”

Mala Ezîz Selîm yek ji wan malan e ku leşkeran hejmar lê daye û navê malbatê li cem xwe nivîsiye da ku malê vala bikin.

Artêşa Îraqê îdia dike ku ev tax milkê Wezareta Parastinê ya Îraqê ye lê şêniyên taxê dibêjin “Mijar tiştekî din e.”

Artêşa Îraqê piştî bûyerên 16ê Çiriya Pêşîn zext û zorê li Kurdên Taxa Newrozê dike ku malên xwe bar bikin lê vê carê asta zextên wan gelekî zêde bûye.

“Em nizanin çi ji me dixwazin”

Ezîz Selîm ji Tora Medyayî ya Rûdawê re wiha behsa biserdegirtina vê carê kir:

“Bi hêzeke zêde hatin ser van malên li vê taxê. Navên me nivîsîn û hejmar li xaniyên me dan, diyar e dixwazin me derxin.

Em nizanin çi ji me dixwazin, jixwe zeviyên ku ev xanî li ser wan hatine avakirin ên Wezareta Darayiyê ne.”

Li Taxa Newrozê 122 xanî hene ku 172 malbatên Kurd li wan dijîn.

Şêniyên taxê dibêjin ji hatina van leşkeran nîgeran in çimkî beriya hatina van leşkeran jî Îraqê xwestiye wan koçber bike lê ji aliyê qanûnî ve nekariye.

“Jin newêrin herin derve”

Evdilsebûr Umerê ku yek ji şêniyên Taxa Newrozê ye ji Rûdawê re got:

“Nav nivîsîn û hejmar li xaniyan dan, xwedêgiravî ev xaniyên hikûmetê ne. Leşkeran bi ser me de girt.

Ez dikim li vê malê bûkê veguhêzim, wan bi ser mala min de girtiye. Jin newêrin herin derve.”

Leşkeran dest daniye ser wan malên ku dema biserdegirtinê kes li wan nebû yan ji ber hinek sedemên din vala ne.

Li aliyê din, şêniyên taxê berê ji bo karûbarên tapoyên xwe serî li şaredariyê daye.

Rêvebirê Şaredariya Kerkûkê li ser vê mijarê da zanîn:

“Ji bo van xaniyan dê biryara 320î ya sala 2022yan a Encûmena Wezîran were bicihkirin.

Karûbarên tapoyan hatine kirin em li hêviya gavên din in.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst