Sirri Sakik bersiva berpirsê IYI Partiyê da

04-01-2021
RÛDAW
Nîşan Sirri Sakik HDP IYI Partî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê berê yê HDPê bersiva berpirsê IYI Partiyê da û ku gotibû “bila navên xwe biguherin” û tekez kir, “Tu navê xwe neguhere, baş hildigirî.”

Yavuz Agiralîoglu, Cîgirê Seroka IYI Partiyê di dema beşdariya xwe ya di bernameyeke televîzyonî de behsa navên parlamenterên HDPê kiribû.

Agiralîoglu gotibû, “Ez navên Selahattîn, Sirri, Hasîp, Fatma, Emîne mezin dibînim. Navên cîhana me ya xwemalî, cîhana me ya çandî ne” û bang li parlamenterên HDPê kiribû, “An dilsozên wan navan bin an jî li gor wê xerabiya xwe navan werbigirin.”

Sirri Sakik, Parlamenterê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî li hejmara xwe ya Twitterê bersiva Yavuz Agiralîoglu da.

Sakik dibêje, li gor Saziya Ziman a Tirkî (TDK) “wateyeke din a navê Yavuz xerab e, tu ji heqê wateya vî navê derdikevî. Neguherîne, baş hildigirî.”

Sirri Sakik 2 serdeman parlamenterê HDPê yê Mûşê bû û serdemekê jî dîsa li ser lîsta HDPê şaredarê parêzgeha Agiriyê bû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst