DTSOyê tablet da 120 xwendekarên dersa Kurdî hilbijartine

03-12-2022
RÛDAW
DTSOyê xelat da 100 xwendekarên dersa Kurdî hilbijartine
DTSOyê xelat da 100 xwendekarên dersa Kurdî hilbijartine
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Odeya Pîşesazî û Bazirganî ya Amedê (DTSO) 120 xwendekarên ku sala borî dersa bijarte ya Kurdî hilbijartibûn, xelat kirin, her yek ji wan taletek wergirtine.

Odeya Pîşesazî û Bazirganî ya Amedê piştgirî dabû kampanyayên hilbijartina dersên bijarte yên zimanê Kurdî (Kurmancî-Kirmanckî/Zazakî) û ragihandibû ku dê tabletan bidin 100 xwendekarên ku dersa Kurdî hilbijartine.

Jûra Pîşesazî û Bazirganî ya Amedê îro Şemiyê 3yê Kanûna 2022yan de di merasîmekê de tablet li 120 xwedendekarên ku dersa bijare ya Kurdî hilbijartine belav kirin.

Di  merasîmê de Serokê Jûra Pîşesazî û Bazirganî ya Amedê axivî û diyar kir ku divê bikaranîna zimanê zikmakî di her qadê de bê pêşxistin û got: “Em her tim diyar dikin ku zimanê dayikê girîng e. Perwerdeya bi zimanê dayîkê di nava şert û mercên bingehîn de ye. Di perwerdehiya zimanê dayikê de her çend pirsgirêk hebin jî, em vê yekê girîng dibînin.”

Mehmet Kaya bal kişand li ser kembûna mamosteyên Kurdî û got: “Divê damezrandina mamosteyên Kurdî di zûtirîn demê de bê kirin. 20 hezar mamoste hatin tayînkirin. Hejmara mamosteyên Kurdî yên hatine damezrandin ji hejmara tiliyên destekî derbas nabe. Em daxwaza tayînkirina mamosteyên Kurdî dikin.”

Nevîn Îl: Dersa Kurdî girîng e lê têrê nake

Seroka Encûmena Jûra Pîşesazî û Bazirganî ya Amedê Nevîn Îl jî xwest ku aliyên cuda ji bo dersên bijarte yên Kurdî pêşengiyê bikin û got: “Hebûna dersa bijarte ya Kurdî gavek erênî ye, lê têrê nake. Mixabin gelek haya gelek malbatan ji mijara dersên bijarte yên Kurdî nînin. Ji ber vê yekê karekî dîrokî û girîng dikeve li ser milê rojnamevan, nivîskar, akademîsyen, partiyên siyasî, rêxistinên sivîl û rêxistinên karsaz.”

Nevîn Îl bang li xwendekar û dêûbav kir ku sala bê dersa Kurdî hilbijêrin û wiha pê de çû: “Kampanyayên dersa bijarte yên Jurdî her sal tên lidarxistin û ev kampanya girîng in. Em spasiya her kesê ku piştgiriyê didin kampanyayan dikin. Me diyar gotibû ku em dê tabletan bidin 120 xwendekarên ku dersa Kurdî hilbijartine.

Em daxwazê xwe ji xwendekar û  malbatên dikin ku di sala xwendinê ya 2023-2024an de dersa Kurdî hilbijêrin. Her wiha spasiya kanalên televizyonên Kurdî jî dikim ku di vê kampanyayê de rola wan a girîng hebû.”

Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê dersa bijare ya Zimanê Kurdî ji sala 2012an ve di nava pergala Wezareta Perwedeyê ya Tirkiyê de cih digire.

Xwendekarên polên 5-6-7-8 dikarin dersa Kurdî hilbijêrin. Ti astengiyeke yasayî li pêşiya hilbijartina waneya  Kurdî nîne. Li her dibistanekê eger 10 xwendekar dersa Kurdî hilbijêrin, poleke taybet a wê dersê tê vekirin. Di hefteyekê de 1 heta 2 demjimêran ew ders tê xwendin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst