Li Dîlokê 2 kes bi hinceta endamtiya YPG/PKKê hatin girtin

03-12-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Dîloka Bakurê Kurdistanê 2 kes bi hînceta endamtî û alîkariya YPG/PKKê  hatin girtin.

Li gorî daxwiyaniya Navenda Ewlekariya Dîlokê, di encama xebata hevbeş ya  Navenda Rûbirûbûna Terorê û Serdozgeriya Komarê ya Dîlokê, bi hînceta ku berê di nava YPG/PKKê de karê çekdarî meşandine û kes beşdarî van rêkxistina kirine duh 2ê Kanûnê 2022ê du kes desteser kiribûn.

Polîsan di serdegirtina malên van kesan de, destdanîbûn ser gelek kelûpelên wan.

Piştî karên despêkê yên li Navenda Ewlekariyê ew şandin dadgehê.

Di derbarê herdu kesan de îro 3ê Kanûnê Dozgehê Nobedar biryara girtinê da û ew şandin girtîgehê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst