Serbazgeha Tirkiyê ya li Başîkê hat mûşekbarankirin

03-12-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Rêvebirê Nahiya Zêlkan Mihmed Emîn Xerîb ragihand ku du mûşek arasteyî serbazgeha artêşa Tirkiyê ya li navçeya Başîkê hat kirin, lê ti ziyanên canî çênebûn. Lîwaya Ehrar El-Iraq berpirsyariya mûşekbarana binkeyê li xwe girt.

Rêveberê nahiya Zêlkan Mihemed Emîn ji Rûdawê re ragihand îşev du mûşek li serbazgeha artêşa Tirkiyê ya li navçeya Başîkê ketine.

Piştî nûçeya armanckirina binkeya serbazî ya Zêlkan a artêşa Tirkiyê li parêzgeha Mûsilê, Lîwaya Ehrar El-Iraq berpirsyariya mûşekbarana binkeyê li xwe girt.

Lîwaya Ehrar El-Iraq di daxuyaniyekê de ragihand ku wan bi 4 mûşekên 122mm binkeya serbazî ya Tirkiyê li Zêlkan kirine armanc.

Li gorî daxuyaniyê binkeya serbazî ya Tirkiyê îşev saet di 21:00an de hatiye encamdan.

Ev çend car e serbazgeha Tirkiyê tê kirin ku ji 2016an ve li wê herêmê hatiye danîn.

Li serbazgeha Tirkiyê ya li Zêlkan, nêzikî 300 serbaz û birek çek û teqemenî lê hatine bicihkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst