Di êrişa DAIŞê de sê bira şehîd bûn

03-12-2021
Helebja Sadon
Beyan Osman, dayika hersê şehîdan
Beyan Osman, dayika hersê şehîdan
Nîşan Mexmûr Qereçûx Pêşmerge DAIŞ
A+ A-

Qereçûx (Rûdaw) - Di êrişa çekdarên DAIŞê de li ser gundê Xidir Cîce li quntara çiyayê Qereçox ê ser bi nahiya Dîbege ve sê bira şehîd bûn: Nazim, Azad û Berzan.

Beyan Osman, dayika hersê şehîdan, dibêje, “Bi serbilindî û ji bo Kurdistanê 3 kurên min şehîd bûn. Daxwaz ji Kak Mesûd dikim bi hawara me ve bê.”

Nazim mezinê malê bû, bi çûna wî kaniya ku temenê wê nebûye salek sêwî bicih hişt.

Şebo Ehmed, hevjîna Nazim Ismaîl, dibêje, “Bes vê dibêjim, `te ez bi tenê hiştim`. Agir ket mala me. Qet gotineke nexweş bi min negot.”

Êrîşa DAIŞ derdora demjimêr 22.00ê êvarê bû, destpêkê gundiyan bergirî kir heta Pêşmerge bi hawara wan ve hatin.

Kazim Ismaîl, birayê hersê şehîdan, dibêje, “Gule li vir bi şehîd Berzan ket, ez çûm fîşekan bînim, lê mixabin ez negihiştim, min birayên xwe rakêşan anîn vir. Ev jî cihê şehîd azad e, yekem şehîd bû. DAIŞ 100 metre dûr bû. Ev jî cihê şehîd Nazim e, duyem şehîd. Li vir şehîd bû.”

Li gor daxuyaniyeke Wezareta Pêşmergeyan, di wê êrîşa DAIŞê de jibilî hersê birayan, wesayîteke Pêşmergeyan ket kemîna DAIŞê û 7 Pêşmerge şehîd bûn.

Lîwa Ziryan Şêx Wesanî, Fermandarê Pêşmerge, dibêje, “Em zû gihiştin gund, DAIŞ hîn li nav gund bû dema em hatin. Lê welatiyên sivîl hatibûn şehîdkirin. Şer çêbû û em li pey wan ketin, heta em gihiştin ser Qereçûxê. Ew ber bi çiya ve reviyan.”

Êrîşa DAIŞ hat rawestandin, lê di wê şevê de xew nekete çavê gundiyan, her malek di amadebaşiyê de bû, ji bilî Hêzên Pêşmerge ku ew dever kontrol kiribûn.

Li gor dawî zanyariyan, di êrişa DAIŞê ya şeva derbasbûyî de, 9 Pêşmerge û 3 sivîl şehîd bûn û 4 Pêşmerge û sivîlek jî birîndar bûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst