Hewlêr (Rûdaw) – Li bajorokê Qesrîkê yê parêzgeha Şirnexê tankera sotemeniyê ji rê derket û qulibî.
Di qezayê de Hasan Berk û Mehmet Tuncer ên ku di tankerê de bûn birîndar bûn.
Li ser agahdarkirinê, tîmên tenduristiyê û cendirme çûn cihê bûyerê.
Tîman birîndar veguhest nexweşxaneyê lê her du kesan jî canê xwe ji dest da.
Tîmên tenduristiyê cenaze ji bo otopsiyê birin morgê.
Li ser bûyerê lêpirsîn hat destpêkirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse