Kurdên Elewî dixwazin Dêra Ermeniyan bê nûjenkirin

03-11-2018
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Kurd Elewî Dêr Ermenî Nûjenkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarokê Mazgirtê yê ser bi parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê, Kurdên Elewî daxwaz dikin ku Dêra Golbaxi ya Ermeniyan bê nûjenkirin û bikeve xizmeta Ermeniyên navçeyê. Dêra Golbaxi ya Ermeniyan ji ber nebûna çavdêrî û nûjennekirinê beşekî zêde yê wê têk çûye.

 

Serokê Şaredariya Mazgirtê Tekin Turkel dibêje: "Li vê derê aşekî me yê dîrokî hebû, keleha dîrokî ya Urartuyan li vê derê ye ku dikeve cihekî gelekî girîng. Eger ev hemû bihatana nûjenkirin, piştrast im ku Mazgirt ne di rewşa niha de bû, hejmara akinciyên wê gelekî zêde dibû û rê li ber pêşketina sektora geştyarî dihat vekirin û dibû navendeke girîng a geştyariya olî. Welatiyên Ermenî jî bi awayekî maqûl erkên xwe yên olî cîbicîh dikirin."

 

Bajarokê Mazgirtê heta sala 1960an yek ji wan cihên Bakurê Kurdistanê bû ku herî zêde Ermenî lê dijiyan. Ev dêr jî ku dêreke dîrokî ya Ermeniyan e, ji ber kes xwedî lê derneketiye niha wêran bûye.

 

Welatiyê Ermen Sidki Sonar dibêje: "Heta niha em li vê derê ne. Ez welatiyekî Ermenî me. Eger bên û vê dêrê nûjen bikin karekî gelekî baş dibû. Dê xelkê serdana wê bikirana û nûjenkirina dêrê karekî baş e. Ji me bi xwe nayê, bila hevkarî bê kirin û were nûjenkirin."

 

Kurdên Elewî yên navçeyê jî dibêjin, bi dirêjahiya dîrokê ligel Ermeniyên navçeyê bi aştî jiyane û daxwaz dikin ku ev dêra han bê nûjenkirin daku Ermenî bikaribin erkên xwe yên olî cîbicîh bikin.

 

Dêra Golbaxi ya Ermeniyan ligel ku ji aliyê Wezareta Kulturî ya Tirkiyê ve hatiye tomarkirin, di 50 salên borî de ji ber xwezaya keş û hewayê û nebûna çavdêriyê seqfê wê rûxiyaye û hundirê wê jî ji aliyê gencîneger an defînegeran ve hatiye talankirin. Kevirên beşekî din ê dêrê jî ji aliyê wan kesan ve hatine birin ku di xaniyên xwe de bikar tînin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst