Hêzên Îranê nehîştin cenazeya keça Kurd Nîka Şahkeremî li Rojhilatê Kurdistanê were veşartin

03-10-2022
RÛDAW
Nîşan Nîka Şahkeremî Jîna Emînî Xwepêşandan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hêzên ewlehiyê yên Îranê rê nedan ku cenazeya keça Kurd Nîka Şahkeremî were veşartin.

Cenazeya keça Kurd Nîka Şahkeremî ya ji Luristan a Rojhilatê Kurdistanê ku hefteya borî ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Îranê ve hatibû kuştin, îro ji bo parêzgeha Luristanê hat vegerandin û biryar hatibû dayîn ku îro Duşemê di rojbûna wê de li Xuremawa were veşartin lê hêzên ewlehiyê yên Îranê nehîştin ku were veşartin.

Nîka Şahkeremî di 19ê Îlona 2022an de li Tehranê bi armanca şermezarkirina kuştina Jîna Emînî ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatibû girtin û piştî 8 rojan cenazeya wê radestî malbata wê hat kirin.

Meta Nîka, Ateş Şahkeremî li ser Twitterê ragihandibû ku hêzên ewlehiyê canezaya Nîka li Girtîgeha Kehrîzekê radest kirine û şopên lêdanê li ser ser û rûyê wê hene.

Ateş Şahkeremî diyar kiribû ku hêzên ewlehiyê rê nadin cenazeya Nîka li Xuremawayê were veşartin û bang li xelkê kiribû ku beşdarî merasîma veşartina cenazeya Nîka Şahkeremî bibin.

Li gor zanyariyên ku ji rêxistinên mafên mirovan hatine wergirtin Meta Nîka, Ateş Şahkeremî ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Îranê ve hatiye desteserkirin û heta niha jî nehatiye berdan.

Keça Kurd Nîka Şahkeremî dema ku hat kuştin 16 salî bû û îro dê bibûya 17 salî.

Canjidestdana Jîna Emînî di roja 16ê Îlonê de, piştî desteserkirina wê ji aliyê polîsên exlaqê yên Îranê ve bi tohmeta pêbendê yasaya hîcabê ya Îranê nebûye, bû sedema nerazîbûn û xwepêşandanan li beşeke zêde ya bajar û bajarokên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê. Ji wê demê ve xwepêşandan û nerazîbûn berdewam in.

Ne tenê li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê, lê belê li gelek welatên cîhanê jî xwepêşandanên piştgiriya li jinên Kurd û Îranê hatin lidarxistin. Roja Şemiyê 1ê Cotmehê li 150 bajarên seranserê cîhanê xwepêşandan ji bo piştgiriya xelkê Îranê hatin sazkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst