Tirkiye: Berpirsekî PKKê li Xakurkê hate kuştin

03-09-2019
RÛDAW
Nîşan Tirkiye PKK Xakûrk
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Medyaya fermî ya Tirkiyê ragihand, ku serkirdeyî pilebilind ê PKKê “Nedim Karakulak” ê bi navê kod “Kawa Garzan”, di êrîşeke artêşa wî welatî de li Xakurkê hatiye kuştin.

Ajansa fermî ya dewleta Tirkiyê, Anadolu îro ragihandiye, balafirên şer ên Artêşa Tirkiyê devera Xakurkê ku dikeve sînorê Herêma Kurdistanê, bombebaran kirine.

Li gor heman çavkaniyê, di encama êrîşeke esmanî ya balafirên Tirkiyê de bo ser binke û baregehên PKKê li Xakurkê, 5 gerîlayan jiyana xwe ji dest dane, ku yek ji wan berpirsekî pilebilind ê çekdarî yê PKKê ye.

Bi gotina medyaya fermî ya hikûmeta Tirkiyê, navê wî serkirdeyê PKKê ku di bombebaranê de hatiye kuştin, “Nedim Karakulak” bi navê kod “Kawa Garzan” e.

Kawa Garzan di lîsteya terorê ya Tirkiyê de, navê wî di “Bultena Sor” de bûye.

Li gor heman zanyariyan, Kawa Garzan ango Nedim Karakulak, bo demekê berpirsê devera Heftanînê bûye.

PKKê hêj derbarê vê yekê de ti daxuyanî nedaye û kuştina wî berpirsê xwe red an piştrast nekiriye.

Nedim Karakulak bi nasnavê Kawa Garzan xelkê bajarê Êlihê (Batman) yê Bakurê Kurdistanê ye. Di destpêka salên 1990î tevlî nav refên PKKê bûye.

Karakulak piştî ku di salên 90î de pê li mînê kir û ji lingê xwe birîndar bû, çû Şamê û demeke dirêj li cem Rêberê PKKê Abdullah Ocalan ma. Herwiha qasidê Apo yê karûbarên Sûriyê bû.

Nedim Karakulak demeke dirêj karên PKKê yên darayî û beşdarkirin û perwerdekirina şervanên nû kir. Herwiha yek ji berpirsê PKKê bû li Metîn û Heftenînê.

Ji sala 2013ê ve Tirkiyê ji bo girtina wî derbarê Karakulak de “bultena sor” derxistiye.

Xwîşka wî ku bi nasnav Dr. Jiyan tê naskirin jî yek ji serkirdeyên jin e di nav PKKê de.

Di wan demên dawî de, Tirkiyê êrîşên xwe yên bo ser PKKê bi awayekî berfireh zêde kiriye û îsal di maweya 3 mehên dawî de, çend berpirs û serkirdeyên PKK di êrîşên balafirên şer ên Tirkiyê de jiyana xwe ji dest dane, ku Diyar Xerîb û Serhed Varto du ji wan berpirsên herî pilebilind û diyar ên PKKê ne.

Roja 17ê Tîrmehê PKKê bi fermî ragihandibû, ku Endamê Pêwendiyên Derve yê KCKê Serhed Varto (Emrullah Dursun) tevî 4 gerîlayên din di encama êrîşeke Tirkiyê bo ser baregehên wan de, li Qendîlê jiyana xwe ji dest daye.

Herwiha roja 7ê Tîrmehê jî berpirsekî mezin ê PKKê yê bi navê Diyar Xerîb , ku Endamê Konseya Rêvebir a KCKê bû, tevî 2 gerîlayên din di êrîşeke esmanî ya Tirkiyê de bo ser Qendîlê canê xwe ji dest dabû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst