WAN – Sedama têkçûna Qraltiya Ûrartuyan tê vekolîn

03-09-2017
RÛDAW
Nîşan Wan Ûrartu Vekolîn
A+ A-

Navenda Nûçeyan - Hat ragihandin di xebatên kolandinê yên li girikê Kela Wanê didomin de sedema hilweşîna Qraltiya Ûrartûyan tê lêkolînkirin.

 

Wezareta Çand û Tûrîzmê ji bo kolandina girikê Kela Wanê destûr da û xebatên kolandinê yên salek û berê bi destê Navenda Lêkolînên Arkeolojîk û Dîrokê ya Herêma Wanê dest pêkiribû niha jî bi serokatiya Doç. Dr. Erkan Konyar dewam dike.


Di kolandinê de derheqê Qraltiya Ûrartûyan de ku 5 hezar sal ji ser avabûna wan derbas bûye, lêkolîn tên kirin.




Doç. Dr. Erkan Konyar, daxuyanî da rojanmegeran û diyar kir ku ew di xebat û kolandinan de ji bo qad û derên berhemên Ûrartûyan ên li ser Kela Wanê tesbît bikin, dixebitin û wiha pê da çû:


"Di vê mijarê da em gelek pêşva çûn. Lewra di planên standart ên vê derê de ew derketiyên nivîskî û yên bê nivîs statuyekê îşaret dikin. Di vê statuyê de jî wisa xuya dike qesreke qraliyet û malbata qral eleqedar dike heye. Bi xebatên xwe ve emê îsal tesbît bikin ku ka ev der avahiyeke qraliyetê ye yan cihê karker û xebatkaran e."




Konyar der barê îdiayên hilweşîna Ûrartûyan da jî wiha pê da çû: "Li gor texmînên me piştî erdhejeke mezin dibe ku ji ber derketina qeyraneke aborî û gelemşeyeke civatê hilweşiya be. Em wisa difikirin ku di nav xwe de bi xwe xera bûye." (aa)



Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst